Şêniyên Girkê Legê: Dewleta Tirk tenê bedena Ocalan girtiye

Şêniyên Girkê Legê destnîşan kir ku hikumeta Tirkiyeyê bi serkêşiya AKP'ê tenê bedana Ocalan girtiye. Her wiha destnîşan kirin ku gelan vîna xwe ji fikrên Ocalan girtiye.

Şêniyên Girkê Legê: Dewleta Tirk tenê bedena Ocalan girtiye
15 îlon, 2018   07:24

RAPERÎN TEHLO / QAMIŞLO

Dewleta Tirk ji 2016'an ve tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz dike û hevdîtinê bi parêzer û malbatê re qedexe dike.

Têkildarî mijarê hejmarek şêniyên navçeya Girkê Legê ji her du pêkhateyên Kurd û Ereb nerazîbûnên xwe bi rêya ajansa me anîn ziman.

Welatiyê bi navê Seîd Benefşî tecrîdkirin şermezar kir û wiha got: "Dewleta Tirk dê nikaribe bi ferzkirina tecrîdkirinê vîna gelê Kurd lawaz bike." Di berdewama axaftina xwe de Seîd destnîşan kir ku vîna gelên ku fikr û felsefeya Ocalan ji xwe re kirine bingeh ji çekên hikumeta dewleta Tirk bi hêztir e û wiha domand: "Bi saya fikr û felsefeya Rêber Ocalan gel xaka xwe parast."

Her wiha Seîd xuya kir ku dagirkera Tirk ji bo tunekirina projeya demokratîk û talankirina şaristaniya gelan, çeteyên DAIŞê şand Bakurê Sûriyeyê û wiha pê de çû: "Hevgirtina hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê planên Tirkiyeyê têk birin."

Di dawiyê de Seîd bang li rêxistinên hiqûqî kir ku mudaxele bikin û rewşa Ocalan aşkera bikin û wî serbest berdin.

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Salih El-Ehmed ji pêkhateya Ereb got: "Ocalan rêberek navneteweyî ye û kesayetek îstîsnayî ya fikra yekgirtî di navbera hemû pêkhateyên herêmê de. Her wiha El-Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk tenê bedena Ocalan girtiye lê belê fikrên wî azad in.

Di dawiyê de El-Ehmed tekez kir ku Ocalan rêya rast a azadiyê û demokrasiyê ji bo gelên herêmê ronî kiriye û bang li rêxistinên navdewletî kir ku mudaxele bikin û çarenûsa Ocalan aşkera bikin.

Ji aliyê xwe ve welatiya bi navê Aqîde Elî tecrîdkirina ku dewleta Tirk li ser Ocalan ferz kiriye şermezar kir û bang li gelên herêmê kir ku li dijî siyaseta dewleta Tirk û ji bo aşkerakirina rewşa tenduristiya Ocalan serî hildin.

(şx)

ANHA