Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in

Diyar e Rûsya çalakiya xwe ya leşkerî li dijî Idlibê ku komên terorîst têde bi cih bûne çend hefteyan dereng xist, nemaze piştî zextan û nîşanên Tirkiyeyê ya hewldana jihevxistina Cebhet El-Nusra.

Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in
15 îlon, 2018   07:37

NAVENDA NÛÇEYA

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa gelek mijarên girîng ên herêmê kirin. Rojnameyan bal kişandin ser rewşa Idlibê û rehîneyên ku DAIŞ'ê ji Siwêda revandine. Her wiha behsa rûniştina parlemana Îraq û hibijartina serokê parlemanê kirin. Rojnameyan behsa dosyeyên Yemen û Filistîn û gelek mijarên din kirin.

Şerq El-Ewsat: Muhleta hefteyan ji bo jihevxistina El-Nusra di Idlibê de

Girêdayî mijar û aloziya Sûriyeyê rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin bal kişandin ser rewşa dawî li Idlibê. Rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku di encama zexta dewletên rojavayî û Tirkiyeyê li ser Rûsyayê de, hêzên rêjîmê êrîşa xwe ya li dijî Idlibê dereng xist û muhleta hefteyan dane Enqereyê da ku "Heyet Tehrîr El-Şam" (Cebhet El-Nusra) bihelîne û ji hev bixe.

Metirsiya Tirkiyeyê ew e ku di encama êrîşa li dijî Idlibê de pêleke koçberiyê ya nû bi ser wê ve were. Li gorî raporên çapemenî Tirkiyeyê di van demên dawî de alîkariyên leşkerî zêde derbasî xalên xwe yên çavdêriyê di bakurê Sûriyeyê de kirin.

Tê payîn ku serokê Rûsya û hevpîşeyê wî yê Tirkiyeyê roja duşemê li Soçî li hev bicivin û lêvegerekê ji xebatên xwe re bikin. Rayedarekî Tirk yê paya bilind ku nexwest navê xwe eşkere bike ji dezgehek çapemenî ya Fransayê re wiha gotiye: "beriya çend hefteyan ti êrîş pêk nayên".

El-Qudis El-Erebî: Lavrov; rêjîma Sûriyeyê amadekariya êrîşeke berfireh nake û Kirêmlên mijara Idlibê gotûbêj dike.

Girêdayî heman mijarê rojnameya El-Qudis El-Erebî li ser navê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergî Lavrov diyar kir ku rêjîma Sûriyeyê amadekariya êrîşeke berfireh li dijî parêzgeha Idlibê nake û Mosko ji bo parastina welatiyên sivîl di Idlibê de xebatan dide meşandin.

Lavrov got ku ew û hêzên rêjîma Sûriyeyê tenê bersiva êrîşan li parêzgeha Idlibê didin û destnîşan kir ku dê korîdorên mirovahî vebikin.

El-Heyat: Di serbestberdana rehîneyên Siwêda de Şam û Mosko tên tewanbarkirin

Der barê mijara rehîneyên Siwêda ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine revandin, rojnameya El-Heyat diyar kir ku welatiyên Siwêda Rûsya û rêjîma Sûriyeyê û komîteya danûstandinan a girêdayî buroya çapemeniyê ya serok Beşar El-Esed tewan bar kirin ku xebatên serbestberdana rehîneyan asteng dikin.

Tewanbariyên welatiyan ji ber berdewama rêjîmê ya çalakiya xwe ya leşkerî pêk hatin bêyî ku ewlehiya rehîneyan di ber çavan re derbas bikin.

El-Qudis El-Erebî: Serokatiya parlemana Îraqê îro bi encam dibe.. şansa El-Helbûsî herî zêde ye.

Girêdayî mijarên Îraqê rojnameya El-Qudis El-Erebî behsa rûniştina parlemana Îraqê kir û got ku piraniya hêzên Sunnî yên Îraqê biryara xwe dane ku parêzgeh El-Enbar Mihemed El-Helbûsî ji bo serokatiya parlemanê pêşniyar bikin.

Şerq El-Ewsat: Îraqî li hemberî şerê bilokan û derhatinan rû bi rû ne.

Rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku tevî xerckirina bi milyonan dolaran di hilbijartinên Îraqê de, peywirên 329 parlemanteran piştî ku sûnda xwe bixwin, tenê erêkirina tişta ku di odeyên veşartî de hatiye amadekirin e. Îraq niha li hemberî şerê bilokên herêmî û navnetewî rû bi rû ye.

El-Ereb: Waşinton encamkirina aloziya El-Hudeyda bi lez dike

Girêdayî mijarên Yemenê rojnameya El-Ereb behsa guhertina helwesta Amerîka di encamkirina şerê bajarê El-Hudeyda de kir. Rêveberiya Amerîka piştî ku di mijara Yemenê de dudilî bû, êdî eşkere dibe û piştgiriya Koalîsyona Erebî û hêzên hikûmeta Yemenê dike.

El-Heyat: welatiyên Xan El-Ehmer li hemberî traksên dagirkeriyê derketin

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya El-Heyat diyar kir ku traksên dagirkeriya Îsraîlê duh ji saetên sibê ve dest bi girtina riyên gundê Xan El-Ehmer kir. Welatiyên gund jî bi canê xwe li hemberî van treksan derketin û ditirsin ku destpêka biryara koçberkirina wan be.

El-Ereb li ser navê Mihemed Dehlan: Girêdesta sedsalê di pratîkê de pêk hatiye

Rojnameya El-Ereb diyar kir ku şandeyê Amerîka yê tabyet ji bo Rojhilata Navîn Jason Greenblatt gotiye ku rêveberiya serok Donald Trump der barê pilana aştiyê li Rojhilata Navîn rexneyên Îsraîl û Filistînê guman dike. Gelek kes weke rayedarê Filistînê Mihemed Dehlan dibînin ku pilansaziyek tune ye û ti aliyên ku girêdesta sedsalê pêşkêşî desthilatdariya Filistînê bikin tune ne.

Şerq El-Ewsat: Etiyopiya û Erîtriya hevpeymana aştiyê bi Cedde re îmze dikin

Girêdayî mijareke din rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku Siûdiyê sibe li bajarê Cedde lûtkeyekê pêşwazî dike û têde serokên Etiyopiya û Erîtriya beşdar dibin û dê hevpeymaneke aştiyê îmze bikin û rewşa şer ku bêtirî 20 salan dom kir bidawî bikin. Siûdiyê bi riya dîplomasiya xwe hewlda vê hevpeyama dîrokî  pêk bîne û têkliya di navbera herdu welatên Afrîqî de xurt bike.

El-Ereb: Tirkiye û Îran zordariyên Çîn li ser îslamiyan paşguh dikin

Rojnameya El-Ereb behsa îdîayeke Erdogan a di van salên borî de ku piştgiriya kêmnetewa Uygur li Çînê dike û got ku ji bo alîkariya Çînê werbigire ev mijar paşguh kiriye. Tehran jî ji bo xwe ji cezayên Amerîka biparêze ev mijar paşguh kir.