‘Li Idlibê dor li Tirkiyeyê teng bûye’

Hemîde Yigit diyar kir ku dê di Idlibê de fatureya şer bi giranî bidin Tirkiyeyê û wiha got: “Di şerê li Idlibê de armancên lihevkiriyên Astanayê cuda ne, bi awayekî vekirî diyar e ku dijberî berjewendiyên Tirkiyeyê ye.”

‘Li Idlibê dor li Tirkiyeyê teng bûye’
15 îlon, 2018   07:24

MURADA KENDA / NAVENDA NÛÇEYAN

Çareseriya pirsgirêka Idlibê ku bûye parêzgeha bi hezaran çeteyên ku ji komên cuda ketine rojeva cîhanê. Şerê Idlibê ku her hêz dixwaze ku çareseriyek li gorî berjewendiyên xwe pêk bîne, Tirkiye bi temamî ketiye rewşeke tengav.

Me bi lêkolîner û nivîskar Hemîde Yigit re li ser polîtîkayên Tirkiyeyê yên li Bakurê Sûriyeyê û di şerekî ku di herêmê de çêbe rewşa Tirkiyeyê dê çawa be, hevpeyvînek çêkir. Hemîde diyar kir ku Tirkiye ji ber rola xwe ya di Idlibê de ketiye nava tengasiyekê.

‘Diyar bû ku dê dor were Idlibê’

Hemîde destnîşan kir ku sedema rojevbûna Idlibê ew e ku di şerê 7 salan ê Sûriyeyê de cepheya fînalê ye û wiha axivî: “Wek tê zanîn ji 2016’an ve li Sûriyeyê gelek tehliyeyên hêzên şerker çêbûn. Tehliyeya yekemîn li Helebê çêbû û ev tehliye di şerê Sûriye yê de bû sedema şikestina yekem. Idlib bi vê tehliya yekem a şerkeran re bû rojev. Ji ber ku ji sala 2012’an ve Idlib ji bo komên çete bû navend, bi tahliyeya yekem re jî bû mala çeteyên ji cepheyên din jî. Ji wê rojê heta niha bi tehliyeya çeteyan her tim bû rojev û her tim dihat zanîn ku dê dor were Idlibê. Li aliyê din jî Şamê û hevpeymanê wê Idlib di rojevê de girtin ku heta pirsgirêkên dagirkerî yên aliyê din hel bikin û piştre li Şamê vegerin. Niha Idlib bûye navenda hemû milîtanên herêmî, biyanî û çeteyên ji cepheyên din tahliye bûne. Piştî ku artêşa Suriyeyê hemû aliyên ku di destê çeteyan de xist bin bandora xwe, îlan kir ku dor hatiye Idlibê.”

‘Li Idlibê kombûneke mezin a çeteyan heye’

Hemîde bal kişand ser komên çete yên di Idlibê de û wiha pê de çû: “Idlib bûye welatê şer. Ji biçûk heya mezin bi hezaran komên çeteyan li Idlibê hene.”

Hemîde, ji taybet bal kişand ser heterojenbûna El – Nusra û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Ji beriya hertiştî dema di 2015’an de bajar hat dagirkirin, koma çeteyan a herî kevin û herî bihêz ku wek El Kaideya Suriye yê tê nasîn, Cepheyê Nusra ye. Destpêkê navê Fetha Şamê, piştre koma Heyet Tahrîr – El Şam (HTŞ) avakir. Tê texmîn kirin ku 30 hezar milîtanê vê koma çeteyan heye. Hema demê de itifakê HTŞ’ê Partiya Îslamî ya Tirkistanê ku ji kesên Çîn – Uygur pêktên nêzî 5 hezar milîtanên xwe hene. Li aliyê din jî komên Kafkas, Çeçen, Ozbek û Qirgiz an ku “Cîhadkarên Asyaya Navîn” lê hene. Ji derveyî van jî 14 komên din ên di bin sêwana “Aliyê Rizgarkirina Neteweyî” ku garantoriya wê AKP dike, ku tê texmînkirin 70 hezar milîtanên wê hene, di Idlibê de cih digirin. Li gel van hemûyan eger em komên DAIŞ û Ceyşul Îslam ên ji Rojhilatê Xuta, Deraa û Kunaytra tehliyeyî Idlibê bûne bifikirin, kombûneke mezin a çeteyan heye.” 

‘Tirkiye bûye stargeha çeteyan’

Hemîde destnîşan kir ku di rewşeke şer de dê ev komên çeteyan berê xwe bidin Tirkiye yê û wiha pêde çû: “Ji ber ku komên çete yên ku tehliyeyî Idlibê buyîn bi şertê “Idlib deriyê herî bi ewle yê vedibe Tirkiye yê” tehliye bûn. Ji ber wê jî ji bo wan koman Tirkiye wek cihê bi ewle tê pejirandin. Lê ji ber manewreya ku Tirkiye yê di dema şer de kirî, dê ev potansiyel berê xwe bidin cihê ku demkurtî wek alternatif tê dîtin herêma “Mertala Firatê” ye. Ev jî tê wateya ku dê Tirkiye heta demekê bi rû bi rubuna vê belayê re taloq bibe.”

‘Dê Tirkiye berdêleke giran bide’

Hamîde da zanîn ku li aliyekê ji ber tirsa Tirkiye yê ji vê potansiyele, li aliyê din jî bi hinceta “Çavdêrkirina van çeteyan” dixwaze xwe di herêmê de mayînde bike û wiha axivî: “Li aliyê din jî dixwaze vê potansiyelê di bin konrola xwe de bigire û şerê xwe bide berdewam kirin. Her çendî tê texmînkirin ku dê Idlib bibe fînala şerê di navbera hemû aliyan de jî, yê ku fatureya vî şerî herî bi giranî bide Tirkiye ye. Ji ber ku her aliyek ku hevpeymanê Soçî ye armancên wan cuda ne.”

Hemîde diyar kir ku rejîma Suriyeyê wek hemû aliyên din dixwaze her bihostek axa xwe ji van komên çekdar rizgar bike û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Îran jî armancek heman dixwaze. Rusya dixwaze komên çekdar ên ku baregehên wî yên li herêmê tehdît dikin, bi taybet jî “Çeteyên Tirkistanî” paqij bike. Ji ber ku ev komane yên ji Rusyayê hatine û di rewşek zivirîna Rusyayê de dê pirsgirêkên cidî yên ewlehiyê ji bo Rûsyayê bînin holê. Tirkiye jî ji aliyekê de  ji van koman ditirse û ji aliyê din jî bi hinceta “Çavdêrkirina van çeteyan” dixwaze xwe di herêmê de mayînde bike, vê potansiyelê di bin konrola xwe de bigire û şerê xwe bide berdewam kirin. Ya herî bi xeter jî ev e, ev potansiyel di serî de ji bo kurdan û ji bo tevahî Suriye yê hertim dê wek tehdîdekê bimîne. Ji ber wê jî niyet cuda û berjewendî bi awayek cuda xwe didin der. Ev şerê berjewendiyan hertim sinyalên guherîna lihevkirinan dide. Ji aliyek din jî ji ber hêza xwe ya şerker jî dibe ku li dijî NY vegere şantajê.”

‘DYA û YE ji ber berjewendiyên xwe dixwazin şerê Idlibê dirêj bibe’

Hemîde bal kişand ser baldarbûyîna welatên DYA û YE’ê ya di derheqê Idlibê de û axiftinên xwe wiha domand: “DYA û YE jî bi Idlibê ve eleqedarin. Ji ber ku dixwazin şerê Idlibê dirêj bike. Kes nemaye bizane ku piştî şerê Idlibê, dê şer bikeve Rojhilatê Deriya Spî. Ji bo gaza xwezayî ya li Rojhilatê Deriya Spî, dê destê Suriye, Îran, Iraq û heta Rusyayê hêsan bike. Ji ber vê jî dewamkirin vî şerî giringe. Ji ber vê ye ku hemû hêzên navnetewî bala wan kişiya ye ser şerê Idlibê. Ev hêzane ji nişkêva amede bûn, ji bo dema Suriye ye çekên kimyewî bi karbîne mudaxele bikin.”

 ‘Idlib destpêka şerekî nû ye’

Hemîde, rûniştinên Soçî û Astana yên ku di çarçoveya sinorên hatîn xêzkirin li bîr anî û nêrînên xwe wiha anî ziman: “Li gor van hevkirinan herêmên ku şer têde neyên kirin hatin diyarkirin. Garantoran erkê “Şer kêmkirinê” girtin ser xwe û hwd. Her çendî Tirkiye yê xwe wek ne aliyek yê hevkirinê da nişandan û zimanek tuj dijî Suriye yê bikaranî jî, biryarên Astanayê anî cih. Li hemû aliyan tehliye çêbûn. Pirsgirêk hel bû û di vî alî de destê artêşa Suriye yê hêsan bû. Niha jî dor hat Idliba ku garantoriya wê Tirkiye dike. Lê piştî vê xalê tu tahliye di mijara gotinê de tune ne, wê raste rast bibe cepheyê şer. Ji ber vê jî her ku dema rû bi rû bûna Tirkiye yê bi vê belayê re nêzdibe bertekên Tirkiye yê tên guhertin. Ji bo pêşîgirtina li şerê Idlibê sinyalên guherîna hevkirina tên û li çareyên cuda tên lêgerîn. Dibe ku di vê rewşê de hevpeymana Astanayê bi dawî bibe. Ku ji xwe Astana erkê xwe bi dawî kir. Ji ber vê jî Idlib destpêka şerekî nû ye.”

‘Tirkiye ji ber rola di Idlibê de girt, ketiye tengasiyê’

Hemîde destnîşan kir ku di rewşa şerek berfireh de, Tirkiye nikare bi hezaran çeteyên di bin garangoriya xwe de kontrol bike û rêvebibe û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Tirkiye ji ber erkê di Idlibê de girî ser milê xwe asê bûye. Di rastiyê de erkê ku girtî ser milê xwe pir vekiriye. Ji bo xwîn zêde neyê rijandin muxalîfan ji terorîstan cuda bike. Bibe çavdêrê van muxalîfan, tehliyeyî cihek din bike û piştî wê şerê cephe bê destpêkirin. … Naveroka lihevkirinan ev e.”

‘Tirkiye deriyê derbazkirina çeteyan bû’

“AKP’ê ji hevkirina muxalîf- terorîstan nekir, di rastiyê de nekarî bike. Ji ber ku muxalîf an jî terorîst deriyê derbazbûna hemûyan bibe Tirkiye. Bi hemûyan re bi şêweyekî girêdana xwe heye. Ji ber wê jî di cihê ji hevkirinê de hemû di bin banekî de kom kir, bi navek din kir yek û veşart. Arman li herêmê xwe mayide kirin bû. Heta li dijî êrîşekê baweriya parastina çeteyan da. Ji ber wê bi gotina“Êrîşkirin Idlibê dê felaketê bi xwe re bîne” xwest pêşiya şer bigire. Dê ev pêvajo Tirkiye yê bibe ku? Tiştê tê dîtin ew e ku dê bizivire salên 2013’an. Yanî ji bo şerek nû li Suriye yê NATO’ê vexwîne ser erk, bi provakasyonên cuda DYA û YE’ê tev li şer bike tê hêvî kirin.”

Hemîde da zanîn ku Tirkiye û hevpeymanên Suriye yê ji destpêka şer heta niha pêlên koça sivîlan kirine amûr ji xwe re û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Di 2011’an de hîn tu şer neyî, ji Hatay- Yayladagi, li dijî îhtimalên koçê çadir hatin danîn û li ser koçberiya ku neyî bangên şer hatin kirin. Ev 7 salin ku “êşa mirovan” kirin amûr. Mînak li rexma hevkirina Tirkiye yê tehliyeyên ji Helebê berdewam kirin. Niha jî vekirî tê dîtin ku dê pêlek a koçê mezintir ji Idlibê çêbibe. Lê qasî ku tê mezinkirin ev koç ne 3 milyone. Ji ber ku beşek mezin nêzî 2,5 milyon koçberên hundirin. Ji vana 800 hezar ji şerkerên biyanî û malbatên wan pêktên. Di rewşa şer de tişta ku herî zêde Tirkiye yê ditirsîne, ev şerkerên biyanî yên ku cihek wan nîne biçinê ye. Ji ber ku dikarin tenê biçin cihê ku têre derbaz bûne yanî Tirkiye ye. Tirkiye dixwaze ev krîza ku bi destê xwe çêkirî bike gerdûnî. Êşa mirovahî kur dike û NY vedixwîne ser erk. Avrupayê bi vekirina derî ji koçberan re tehdît dike û hwd. Ji ber wê jî stratejiya siyasî ya Tirkiye yê ku bo sivîlan tîne ziman ne duriste. Sivîlên ku ew bi xwe bombeyan diavêjin nabin mijara gotinê, lê ji bo stratejiya wan a siyasî argumanên wan hemû li ser sivîlan in. Ev dijberiyeke lê mixabin amûra “meşru” a hemû şeran e.”

Hemîde Yigit di dawiya nirxandina xwe de wiha got: “Mixabin di şeran de mirovahî her tim ne arman e û bi tenê amûrek e.”

ANHA