Paymangeheke nû li Zanîngeha Rojava

Zanîngeha Rojava ya herêma Cizîrê tomarkirina daxwaznameyên navên xwendekaran ji bo sala perwerdeyê ya 2018-2019‘an ragihand. Di heman demê de di zanîngehê de peymangeheke nû hate vekirin.

Paymangeheke nû li Zanîngeha Rojava
Paymangeheke nû li Zanîngeha Rojava
Paymangeheke nû li Zanîngeha Rojava
14 îlon, 2018   07:31

QAMIŞLO

Bi destpêkirina sala perwerdeyê ya 2018-2019'an re, zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo encamên qebûlkirina giştî ji bo zanîngehê û tomarkirina xwendkaran ji hemû herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ragihand. Her wiha ragihand ku dema pêşkêşkirina daxwaznameyên qebûlkirinê du hefte ne.

Zanîngeh şert û mercên qebûlkirina xwendekaran ji bo sala perwerdeyê ya nû wiha aşkera kirin:

1- Xwendekar dikarin ji roja 13`ê Îlonê ve heta roja 7`ê Cotmehê daxwaznameyên tomarkirinê pêşkêş bikin.

2- Xwendekar daxwazên tomarkirinê li avahiya Fakulteya Endezyariya Çandiniyê ya Zanîngeha Rojava pêşkeş bikin.  

3- Divê xwendekar hemû daxwazên xwe binivîsin.

4- Divê xwendekar daxwazên xwe piştrast bikin û li gorî wê tomar bikin.

5- Pejirandin li gorî pile û daxwazan tên qebûlkirin.

Vekirina peymangeha nû

Zanîngeha Rojava di sala perwerdeyê ya 2018-2019'an de Peymangeha Îdarî û Aborî vekir. Hemû xwendekarên ku karnameyên amadehî bi her du beşên xwe (wêjeyî û zanyarî), li hemû peymangeh û akademiyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tên qebûlkirin.

Endama serokatiya Fakulteya Wêjeyî ya Zanîngeha Rojava Rohan Mistefa diyar kir ku rêveberiya zanîngehê encamên qebûlkirinê ya giştî ji bo tomarkirina xwendekaran di sala perwerdeyê ya nû de ragihand. Her wiha destnîşan kir ku ji mafê her kesî ye ji hemû herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ye ku daxwaznameyên tomarkirinê pêşkêş bike.

Rohan da zanîn ku zanîngehê di sala perwerdeyê ya borî de 720 xwendekar qebûl kirine.

(şx)

ANHA