‘Madem em serkeftinê dixwazin, divê em rêberê xwe azad bikin’

Rêveberê Rêxistina Ciwanan a PYD‘ê ya buroya Helebê Ednan Reşîd diyar kir ku dê çalakiyên xwe yên bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam bikin û dengê xwe bigihînin hemû qadên navdewletî. Reşîd wiha got: "Madem em serkeftinê dixwazin, divê em rêberê xwe azad bikin."

‘Madem em serkeftinê dixwazin, divê em rêberê xwe azad bikin’
14 îlon, 2018   07:11

MIHEMED EBDO / HELEB

Rêveberê Rêxistina Ciwanan a Partiya Yekitiya Demokratîk a Buroya Helebê Ednan Reşîd li ser rola ciwanan di çalakiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji ajansa me re axivî.

Ednan Reşîd tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha domand: "Tecrîd bi destpêka Şoreşa Rojava re dest pê kir û heya niha jî didome. Yek ji armancên sereke yên vê tecrîdê ew e ku bi rêya hêzên tarî projeya neteweya demokratîk têk bibe, di encamê de xirabî û tevlihevî li herêmê belav bikin."

Reşîd anî ziman ku hemû planên dewleta Tirk bi ser neketin û ev tişt got: "Ji ber ku em bi fikrên rêberê xwe bawer in û piransîbên wî yên neteweya demokratîk pêk tînin, me dijmin dûr xist û destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine qezenckirin parastin."

Reşîd di berdewama axaftina xwe de girîngiya yekitiya hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê destnîşan kir û wekî berhemên fikrên Ocalan bi nav kir û wiha pê de çû: "Ez dikarim qala tecrubeya xwe wek kesayetek ji pêkhateya Ereb û rêveberê ciwanên PYD‘ê bikim. Li vir hemû pêkhate bi hev re di nava saziyên sivîl de dixebitin û dikarin cihê xwe di partiyê de bigirin, li hemberî vê projeyê îdiayên reşkirinê têne kirin, armanc ji van îdiayan derxistina tevliheviyê ye."

Ednan Reşîd, bal kişand ku hevgirtina hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê berhemên xwedî derketina li fikrên Ocalan û pejirandina xeta sêyemîn e. Ednan wiha got: "Heke em serkeftinê bixwazin divê di serî de rêberê xwe azad bikin û ji bo wî serî hildin."

Rêveberê Rêxistina Ciwanên PYD‘ê ya Buroya Helebê Ednan Reşîd wiha dawî li axaftina xwe anî: "Wekî ciwan, erka me ye dengê xwe bigihînin hemû qadên navdewletî û çalakiyên xwe yên aştiyane dewam bikin da ku armancên xwe yên azadiya rêber Abdullah Ocalan bigihînin serî."

(bb)

ANHA