Li El-Elî ya Bacliyê doz bêyî mudaxeleya dadgehan tên çareserkirin

Komîteya Lihevanînê ya bajarokê El-Elî ya Bacliyê bi dehan pirsgirêk pêşwazî kirine û bêyî mudaxeleya dadgehan çareser kirin.

Li El-Elî ya Bacliyê doz bêyî mudaxeleya dadgehan tên çareserkirin
Li El-Elî ya Bacliyê doz bêyî mudaxeleya dadgehan tên çareserkirin
Li El-Elî ya Bacliyê doz bêyî mudaxeleya dadgehan tên çareserkirin
Li El-Elî ya Bacliyê doz bêyî mudaxeleya dadgehan tên çareserkirin
14 îlon, 2018   07:58

EHMED El-KIMYAN-MIHEMED El-EHMED / GIRÊ SPÎ

Komîteya Lihevanînê ya bajarokê El-Elî ya Bacliyê ya girêdayî navçeya Eyn Îsa li kantona Girê Spî, ji destpêkirina avakirina di 2018'an de 100 doz pêşwazî kirin û di demeke kin de bêyî mudexeleya dadgehan çareser kirin.

Dozên ku hatin Komîteya Lihevanînê 10 roj derbas nekirin û hatin çareserkirin, hemû doz girêdayî erdên çandiniyê, dozên aborî û wersan bûn.

Komîte bi hevkariya rûspiyên êlên Erebên li herêmê, pirsgirêkên her du aliyan çareser dike.

El-Elî ya Bacliyê yek ji bajarokên girêdayî navçeya Eyn Îsa ye, gelek pêkhate û êlên wekî Ebo Esaf, Neîm, Kurd, êla Ebo Xemîs û Meşhûr lê dijîn.

Dozên ku zehmet dibin û nayên çareserkirin, Komîteya Lihevanînê bang li rûspiyên êlên li herêmê dijîn dike ku ji wan re alîkar bin da ku pirsgirêkê bi wan re çareser bikin.

Endamê Komîteya Lihevanînê ya bajarokê El-Elî ya Bacliyê Serhan El-Şêx Ehmed di hevpeyvîneke bi ANHA'ê re destnîşan kir ku divê razîbûna her du aliyan pêk bê û neyê taloqkirin, tenê dozên deynan hinekî demê digirin.

Ehmed wiha got: “Dozên ku nayên çareserkirin, em dişînin dadgeha navçeya Eyn Îsa, lê ev salek e me doz neşandine dadgehê ji ber ku hemû doz li cem me têne çareserkirin, hemû doz bi hevkariya rûspiyên êlan û bi razîbûna her du aliyan têne çareserkirin."

Hemjara malbatên ku li bajarok û gundên wê dijîn zêdetirî hezar û 500 e, 18 komîn û 50 gund girêdayî bajarok in.

(jo)

ANHA