ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14.09.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14.09.2018
14 îlon, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê ‘Şerê dawîkirina terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Şêniyên herêma Dêrikê şervanê YPG‘ê Serhed Baran li goristana Şehîd Xebat oxir dikin. Li Qamişlo jî sê şehîd li goristana Şehîd Delîl Sarûxan têne oxirkirin saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Girînendeya  Şûnwaran a Kantona Efrînê bi navnîşana "Mil bi mil em şûnwarên Efrînê biparêzin" semînerekê dide. Saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Mamosteyan a gund û bajar Minbicê bi mebesta bidawîkirina dewreyeke perwerdeyê û destpêka sala nû ya xwendinê şahiyekê li dar dixe, Saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Têkoşer Feyrûz Xalid ji pêkhateya Ereb e û ji destpêkirina şoreşê ve beşdarî nava xebatên şoreşê dibe. Xalid bi saya şoreşê kesayeta xwe bi pêş dixe û dikare benda neteweperestiyê di kesayeta xwe de hilweşîne û li gorî rêgezên neteweya demokratîk tev bigere. Têkoşer Xalid ku di nava hevrê û şoreşgeran de bi navê Kawa tê nasîn, cihê xwe di gelek eniyên berxwedanê de digire û digihîje asta şehadetê. (BI WÊNE).

- Ciwanên êla El-Şemer li rex şervanên QSD'ê di çeperên şer de li ser sînorê bajarokê Hecîn strana 'El-Hewsa El-Şumriyê' ji bo bilindkirina morala şervanan beriya cenga rizgarkirinê distêrin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hiqûqnasên taxa Şêxmeqsûd gotin, dewletên herêmî di serî de dewleta Tirk ji fikrên Ocalan re rihet nîn in,  lewara hewl didin fikra wî qir bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Malbateke Efrînê ji aliyê çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker ve rastî her cure êşkenceyê hatin û malên wan hatin talankirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Zanîngeha Rojava ya herêma Cizîrê tomarkirina daxwaznameyên navên xwendekaran ji bo sala perwerdeyê ya 2018-2018‘an ragihand. Di heman demê de di zanîngehê de peymangehek hatiye vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-4 sal di ser êrîşa mezin a çeteyên DAIŞ'ê ya li ser kantona Kobanê re derbas bûn. Di wê demê de bêtirî 300 hezar çete berê xwe da bajarê Kobanê yê Bakurê Sûriyeyê û êrîşeke plankirî di şerê Sûriyeyê de piştî ku bajarên Mûsil û Reqayê dagir kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Umer Idlibî anî ziman ku, çarenûsa Cerablus, Bab, Ezaz û Efrîn girdayî çarenûsa Idlibê û got, heke rêjîm Idlibê bigire wê ji bo Tirkiyê derbeyeke mezin be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Bi armanca pêşxistina bijîşkatiya xwezayî, Weqfa Jina Azad a herêma Cizîrê navenda Arî ya dermankirina bi şînatiyan vekir. Her wiha nexweşan diyar kirin ku wan ji ber bikarnîna dermanên xwazayî encamên erênî girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jinên kantona Efrînê yên li kampên Berxwedan û Serdemê pêşiya kampên xwe ji beyarekî veguherandin devereke şînkahî ku her cure zebze û gul çandine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Jin a Desteya Çand û Hunerê ya herêma Efrînê bi mebesta vejandina çil û bergên filklorî yên gelan û peyadkirina derfetên kar amadekariyên vekirina projeyekê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Rêveberê Rêxistina Ciwanan a PYD‘ê ya buroya Helebê Ednan Reşîd diyar kir ku ew ê çalakiyên xwe yên bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam bikin û dengê xwe bighînin hemû qadên navdewletî. Reşîd got: "Madem em serkeftinê dixwazin, divê em rêberê xwe azad bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Fatima El-Casim dayika 4 zarokên astengdar e, banga li rêxistinên mirovî dike ku alîkariyan pêşkêşî zarokên wê bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Lihevanînî ya bajaroka El-Elî ya Bacliyê bi dehan pirsgirêk pêşwazî kiriye û bêyî mûdaxeleya dadgehan çareser kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li navçeya Zirganê ava binerd a şirîn tune ye û gelê wê ji Serêkaniyê bi stêran avê dikire. Şêniyên Zirganê ji bo ava vexwarinê xetekê ji Serêkaniyê dixwazin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA