Qonaxên êrîşên 15'ê Îlonê li dijî Kobanê çawa pêk hatin?

4 sal di ser êrîşa mezin a çeteyên DAIŞ'ê ya li ser kantona Kobanê re derbas bûn. Di wê demê de bêtirî 300 hezar çete berê xwe da bajarê Kobanê yê Bakurê Sûriyeyê û êrîşeke plankirî di şerê Sûriyeyê de piştî ku bajarên Mûsil û Reqayê dagir kirin.

Qonaxên êrîşên 15'ê Îlonê li dijî Kobanê çawa pêk hatin?
Qonaxên êrîşên 15'ê Îlonê li dijî Kobanê çawa pêk hatin?
Qonaxên êrîşên 15'ê Îlonê li dijî Kobanê çawa pêk hatin?
Qonaxên êrîşên 15'ê Îlonê li dijî Kobanê çawa pêk hatin?
Qonaxên êrîşên 15'ê Îlonê li dijî Kobanê çawa pêk hatin?
14 îlon, 2018   05:04

ZANA SEYDÎ – CUMA MIHEMED / KOBANÊ

15'ê Îlona 2014'an DAIŞ'ê êrîşeke berfireh li dijî Kobanê da destpêkirin û bi hezaran çeteyên xwe di vê êrîşê de bi kar anîn. Ev êrîş ya herî mezin di dîroka DAIŞ'ê ya terorîst de ye, nemaze piştî şanoyên trajedîk ên her du artêşên Sûriye û Iraqê û reva wan li pêşiya bi sedan çeteyên DAIŞ'ê li bajarê Reqa û Mûsilê û hin deverên din.

Di dawiya sala 2013'an de aloziya Sûriyeyê roj bi roj dijwartir dibû. Li piraniya parêzgehên Sûriyeyê pevçûnan rû dida û êrîşên ezmanî û bejahî pêk dihatin. Bi dehan tabûr di bin al û navên cuda de derketin holê. Lê tenê tabûrek ji wan xwedî çarçoveyeke siyasî û leşkerî ya cuda bû û tavilê veguherî hêzeke mezin û di aliyê çapemeniyê de jî kete rojevê ku ne pêkan e were şikandin. Ew jî rêxistina DAIŞ bû.

DAIŞ'ê ku tirs xist dilê welatiyên Sûriyeyê, êdî gefan li giştî cîhanê dixwe ku dê êrîşên terorîst li seranserî cîhanê pêk bîne. Ev mijar veguherî xala veguhertinê di hevkêşeya Sûriyeyê de û li rex wê komployeke navneteweyî ya mezin li dijî gelê Sûriyeyê hate meşandin, nemaze li Bakurê Sûriyeyê. Ev mijar ji aliyê toreyeke îstixbaratên gelek dewletan ve hate birêvebirin da ku rûpîvaneke berfireh ji axa Sûriyeyê dagir bikin û berjewendiyên xwe pêk bînin. Lê şerê li dijî Kobanê hevsengî serobin kirin û êdî hesabên van dewletan bi rêbazeke din hatin meşandin.

Zayîna DAIŞ'ê

Li gorî gelek jêderan destpêka derketina DAIŞ'ê vedigere sala 2004'an. Serçeteyê bi navê Ebû Misheb El-Zerqawî komên çete di bin navên cuda de wek komên El-Tewhîd û El-Cîhad de ava kirin û di dawiyê de dilsoziya xwe bi rêxistina El-Qaîdê re ragihand da ku bibe baskekî wê li Mezopotamyayê. Piştre Meclisa Şêwirmendan ava kirin û bi rêya wê di sala 2006'an de "Dewleta Iraqê ya Îslamî" bi serokatiya serçete Ebû Bekir El-Bexdadî ragihandin.

Avakirina tîmên van koman tenê di hundirê Iraqê de sînordar bû û şerê hêzên Amerîkayê ku destwerdana Iraqê dikir û hêzên Iraqê ku di bin sîwana hikumetên Iraqê yên li pey hev ji sala 2003 heta 2011'an ve dikir.

 Ji destpêka sala 2014'an ve serweriya çeteyên DAIŞ'ê li Iraq û Sûriyeyê ku di sala 2013'an de derbasî wê bûbûn, firehtir bû û li ser vê yekê navê xwe bi "Dewleta Îslamî li Iraq û Sûriyeyê" guherand ku kurtasiya wê wek "DAIŞ" tê nasîn.

Li vir divê were destnîşankirin ku DAIŞ'ê rêbazeke cuda ji birayê xwe Cebhet El-Nusra da meşandin, tevî ku her du rêxistin xwe dispêrin bîrdoziya rêxistina El-Qaîdeyê.

Piştî Reqa û Mûsilê DAIŞ'ê êrîşî Kobanê kir

Tevî ku di destpêkê de hejmara çeteyên DAIŞ'ê kêm bû, lê dîsa jî karibû bi hêsanî bajarên mezin wekî Mûsil û Reqayê dagir bike, bêyî ku tu berxwedan li hemberî dezgeha çapemeniyê ya DAIŞ'ê were kirin, ango ne li hemberî hêza leşkerî ya DAIŞ'ê.

50 hezar leşkerên artêşa Iraqê û asayîşê nikaribûn çend saetan li hemberî 300 çeteyên DAIŞ'ê ku êrîşî bajêr dikir, li ber xwe bidin. Di encamê de çeteyên DAIŞ'ê hemû saziyên hikumetê û heta banka bajêr ku bi milyonan dolar tê de bûn, dagir bikin. Hin çavdêr wek çalakiyeke biçekkirin û fînansekirina DAIŞ'ê ji aliyê hikumeta Iraqê ve bi nav kirin û koordîne bi dewletên alîkarên DAIŞ'ê re kirin.

Ji aliyekî din ve DAIŞ ber bi nîvê Sûriyeyê ve diçû û di çend rojan de giştî parêzgeha Reqa dagir kir û serweriya xwe li ser mezintirîn baregehên rêjîma Sûriyeyê li Bakurê Sûriyeyê wek Hêza 17 û Tûgaya 93 li nêzî bajarokê Eyn Îsa yê bakurê Reqayê ferz kir. Li aliyê din bi sedan endamên bi navê "Artêşa Azad" ji herêmên Minbic, Cerablûs, Girê Spî û Babê ji pêşiya DAIŞ'ê reviyan û êdî DAIŞ veguherî hejmareke dijwar di hevkêşeya Sûriyeyê de.

Lê welatiyên Kobanê ya Bakurê Sûriyeyê, ciwanên wê xwe di nava refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de bi rêxistin kir. Ciwanan tevî mercên zehmet û dijwar û newekheviya hêzan di aliyê hejmar û cebilxaneyê de gundên xwe bi alavên leşkerî yên hêsan li pêşiya êrîşên tabûrên cuda yên di bin navê "Artêşa Azad" û Cebhet El-Nusra û herî dawî êrîşên DAIŞ'ê de parast.

Di 15'ê Îlona 2014'an de DAIŞ'ê bi hezaran çeteyên xwe û di serî de yên biyanî ku di şer de pispor in, bi tank û panzeran ku çeteyan ji Mûsil û Reqayê û her du artêşên Sûriye û Iraqê wergirtibûn, anîn eniyên Kobanê û dest bi êrîşa xwe kir.

Li giştî Sûriyeyê û bi taybet li bakur di dema êrîşê de rewşa heyî

Di nîvê sala 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê bêtirî 180 km ji axa Sûriyeyê û Iraqê dagir kir, ango bi qasî giştî rûpîvana Sûriyeyê. Hebûna rêjîma Sûriyeyê tenê di berava Sûriyeyê û di paytextê Şamê û bajarên Humis, Hema û Siwêda de sînordar bû.

DAIŞ'ê bi tonan çek beriya êrîşa xwe ya li dijî Kobanê wergirt. Êdî DAIŞ xwedî komên çete yên li seranserî cîhanê ye û Tirkiyeyê jî zemîna derbasbûna wan ber bi Sûriyeyê ve amade kir. Li gorî agahiyên emîrekî DAIŞ'ê ku di demeke borî de ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve hatiye girtin, artêşa DAIŞ'ê di wê demê de derket 300 hezar çekdaran di Sûriye û Iraqê de.

Bi vê yekê çeteyan karibû Rojava dorpêç bikin û rêyên di navbera Rojava û herêmên Sûriyeyê de ji bilî kantona Efrînê bi temamî bigirin. Herêma Efrînê jî ji ber ku erdnîgariya wê bi ser parêzgehên Heleb û Idlibê ve bû û ew jî li derveyî dagirkeriya DAIŞ'ê bûn. Çeteyan berê xwe da Rojava da ku plana xwe ya dagirkirina giştî herêmên Bakurê Sûriyeyê pêk bînin.

Bajarê Kobanê ku di nîvê Bakurê Sûriyeyê de ye, diyar bû ku armanceke hêsan ji çeteyan re ye û yekemîn bajarê Kurdan e ku DAIŞ karibe dagirkeriya wê bike.

Alîkariyên Tirkiyeyê ji bo DAIŞ'ê

Piştî demeke kurt ji girtina endamên balyozxaneya Tirkiyeyê li Mûsilê ji aliyê DAIŞ'ê ve danûstandin du mehan di navbera Tirkiye û DAIŞ'ê de pêk hatin. Di encama van danûstandinan de lihevkirinek di navbera wan de pêk hat ku Tirkiye dê daxwazên DAIŞ'ê pêk bîne û rê ji çeteyên biyanî re ber bi Sûriyeyê ve veke. Tirkiyeyê jî dergehên Cerablûs û Girê Spî li pêşiya hatina çeteyan ji seranserî cîhanê re vekir. Her wiha madeyên xwarinê û lojîstîka leşkerî û amrazên elektronîk di van dergehan re hatin derbas kirin. Desthilatdariya Tirkiyeyê her wiha 350 çeteyên ku li ba xwe girtibûn, serbest berdan û ber bi Sûriyeyê ve şandin da ku cihê xwe di nava DAIŞ'ê de bigirin. Li hemberî vê yekê DAIŞ jî dê daxwaza Tirkiyeyê ya êrîşa li dijî Rojava û Kobanê pêk bîne.

Bêguman DAIŞ'ê alîkariyeke mezin ji Tirkiyeyê werdigirt û mijara ku Kobanê di nîvê Rojavayê Kurdistanê de ye, li ber çavan girt. Nemaze li Kobanê Şoreşa 19'ê Tîrmehê (Şoreşa Rojava) dest pê kir. Tevî ku DAIŞ'ê ji sê aliyan ve bajarê Kobanê dorpêç kiribû, hêza leşkerî ya parastina Kobanê jî tenê xwedî çekên sivik bû.

Dibe ku di wê demê de DAIŞ'ê bawer dikir ku dê bi dagirkirina Kobanê karibe dagirkeriya giştî Bakurê Sûriyeyê bike û zemîna dewletoka xwe ya mezhebî ava bike û ber bi Iraqê ve xwe fireh bike da ku armancên li gorî daxwaza Tirkiye û Qeterê pêk bîne. Ango ji Kobanê ber bi Cizîrê ve êrîş bike û piştre jî êrîşî Efrînê bike û projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi dagirkirina van her sê kantonan têk bibe.

Her wiha DAIŞ'ê xwest bi rêya dagirkirina Kobanê hêzên demokrasîxwaz ku li herêmên derdora herêma ku wê li Sûriye û Iraqê dagir kirine, dûr bixe.

Kobanê xwedî wateyeke sembolîk a mezin li ba Kurdan e û ji ber vê yekê qada herî guncaw a tolhildana DAIŞ'ê li hemberî têkçûna armancên wê li Şengalê ye ku li Şengalê jî Hêzên Parastina Gel (HPG)  çalakiya DAIŞ'ê ya dagirkirina giştî Şengalê ku di 3'yê Tebaxa 2014'an de dabû destpêkirin, têk şikand.

DAIŞ'ê her wiha hewl da dagirkeriya xwe li herêmên sînorê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de biçespîne da ku alîkariya wê neyê birîn û hatina çeteyan ji seranserî cîhanê berdewam bibe. Li gorî gelek raporan DAIŞ'ê petrola herêmên Sûriye û Iraqê yên di bin dagirkeriya wê de derbasî Tirkiyeyê dikir. Ev yek tê wateya ku dagirkirina Kobanê dê çalakiyên derbaskirina petrolê ji Tirkiyeyê re hêsan bike.

Ji ber vê yekê berê çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê bû, da ku projeya xwe li herêmê pêk bîne û komeke armancên xwe di yek devera cografîk de pêk bîne.

Sibe: Kobanê dawî li DAIŞ'ê û çavbirçîbûna Tirkiyeyê anî

ANHA