Bi saya şoreşê kesayeta xwe bi pêş xist û benda neteweperestiyê hilweşand

Têkoşer Feyrûz Xalid ji pêkhateya Ereb e û ji destpêkirina şoreşê ve beşdarî nava xebatên şoreşê dibe. Xalid bi saya şoreşê kesayeta xwe bi pêş dixe û dikare benda neteweperestiyê di kesayeta xwe de hilweşîne û li gorî rêgezên neteweya demokratîk tev bigere. Têkoşer Xalid ku di nava hevrê û şoreşgeran de bi navê Kawa tê nasîn, cihê xwe di gelek eniyên berxwedanê de digire û digihîje asta şehadetê.

Bi saya şoreşê kesayeta xwe bi pêş xist û benda neteweperestiyê hilweşand
Bi saya şoreşê kesayeta xwe bi pêş xist û benda neteweperestiyê hilweşand
Bi saya şoreşê kesayeta xwe bi pêş xist û benda neteweperestiyê hilweşand
Bi saya şoreşê kesayeta xwe bi pêş xist û benda neteweperestiyê hilweşand
Bi saya şoreşê kesayeta xwe bi pêş xist û benda neteweperestiyê hilweşand
Bi saya şoreşê kesayeta xwe bi pêş xist û benda neteweperestiyê hilweşand
Bi saya şoreşê kesayeta xwe bi pêş xist û benda neteweperestiyê hilweşand
Bi saya şoreşê kesayeta xwe bi pêş xist û benda neteweperestiyê hilweşand
Bi saya şoreşê kesayeta xwe bi pêş xist û benda neteweperestiyê hilweşand
14 îlon, 2018   04:20

EFRÎN / ŞÎNDA EKREM

Di şoreşa Rojava de gelek çîrokên lehengiyê hene û di wijdanê mirovahiyê de hatine çespandin û rastiya şoreş û têkoşînê rave dikin.

Têkoşer Feyrûz Xalid (Kawa) ji pêkhateya Ereb e û li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê di sala 1970'yî de ji dayik dibe. Di destpêka ciwantiyê de alkolê vedixwe û ji aliyê civakê ve nayê hezkirin. Piştre têkoşer Kawa ji bo lihevhatinekê di navbera xwe û civaka xwe de çêke, dest ji vexwarina alkolê berdide. Di serdema dagirkeriya rêjîma Baasê de dema ku hêzên ewlehiyê hewl didin îşkenceyê li welatiyekî bikin parastina wî dike û di encamê de tê girtin û çend salan dikeve zindanê.

Têkoşer Kawa di zindanê de ciwanekî Kurd nas dike û ji hev re dibin dost û heval. Kawa di zindanê de xwişka hevrêyê xwe Rojîn dixwaze û beriya ji zindanê derkeve pê re dizewice û 4 zarokên wî çêdibin.

Şoreş û destpêka jiyaneke nû

Têkoşer Kawa bi paşverûtiya civakê gelekî bi bandor dibe û di encamê de danûstandina wî di gelek aliyan de hişk dibe, tevî ku di hundirê xwe de gelekî dilnerm e.

Bi destpêkirina şoreşê re her tişt hate guhertin û dest bi jiyaneke nû kir. Bi beşdarbûna wî ya nava Yekîneyên Parastina Gel destpêkeke nû di jiyana wî de bû.

Cîranên têkoşer Kawa hemû ji pêkhateya Kurd bûn û bi rêya hevrê û dostên xwe gelê Kurd ji nêz ve nas dike û têkoşîna wan pîroz dibîne. Piştî ku YPG tê avakirin têkoşer Kawa tavilê beşdarî nava xebatên parastinê yên YPG'ê dibe.

Hevrêyê têkoşer Kawa yê bi navê Mahir Qerebaba der barê kesayata wî de wiha got: "Şehîd Kawa tevgera me nas nedikir û piştî Şoreşa Rojava beşdarî nava xebatên şoreşê bû û rastiya tevgerê û têkoşîna li dijî desthilatdariyê nas dike û di dawiyê de cihê xwe di nava YPG'ê de digire."

Hevrêya têkoşer Kawa ya bi navê Bêrîtan diyar kir ku piştî ku şehîd Kawa rastiya tevgera rizgariya Kurdistanê nas kir, têkliya wî bi hevsera wî re jî erênî hate guhertin û got ku di demên dawîn de ew bi hev re wekhevî jiyan dikirin.

Hevsera têkoşer Kawa, Rojîn Cîmo diyar kir ku piştî ku ew zewicîn danûstandina wî pê re hişk bû û nedihişt ji malê derkeve û wiha anî ziman: "Piştî ku şehîd Feyrûz tevgera rizgariyê nas kir rêbaz û danûstandina wî bi min re serobin bû û bi temanî erênî hate guhertin."

Xebatên xwe yên parastinê dest pê kir

Piştî ku têkoşer Kawa perwerdeya xwe ya bîrdozî û leşkerî bi dawî dike, berê xwe dide taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê û cihê xwe di eniyên pêşîn ên berxwedanê de li dijî hovîtiya komên çete de digire. Piştî ku komên çete yên alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigirin êrîşî herêma Efrînê dikin têkoşer Kawa ji fermandariya xwe dixwaze ku cihê xwe di berxwedana Efrînê de bigire û li ser vê yekê vedigere herêma Efrînê û cihê xwe di eniyên parastina Efrînê de digire.

Şerê dawîn

Di 22'yê Îlûna 2013'an de komên çete êrîşî gundên navçeya Cindirêsê ya Efrînê kirin. têkoşer Feyrûz Xalid (Kawa) piştî berxwedaneke leheng şehîd dibe.

Cenazeyê têkoşer Kawa dikeve destên çeteyan, piştre di çalakiya pevguhertina cenazeyan de cenazeyê têkoşer Kawa ji komên çete hate wergirtin û bi merasîmeke bi heybet hate oxirkirin. Hevrêyên têkoşer Kawa soza tolhildana şehîd Kawa dan û riya wî şopandin.

Malbata têkoşer Feyrûz Xalid (Kawa) diyar kiri ku ew bi şehadeta kurê xwe gelekî serbilind in û bi saya Tevgera Rizgariya Kurdistanê û şoreşa Rojava kesayeta wî gelekî erênî hate guhertin.

ANHA