Artêşa tirk sê sivîlên Til Rifetê birîndar kirin

Di encama topbarana artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li ser navçeya Til Rifet de, sê sivîl birîndar bûn.

Artêşa tirk sê sivîlên Til Rifetê birîndar kirin
13 îlon, 2018   12:53

NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê di saet 15:00`an de navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê topbaran kirin.

Di encamê de, sê sivîl birîndar bûn. Yek ji wan navê xwe Xesan Seydo Mamiş (32).

Birîndar li nexweşxaneya Avrin a li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê têne dermankirin.

(kc)

ANHA