Bavê şehîd Haris: Ez ê heta dawiyê bi zarokên re tê bikoşim

Welatiyê bi navê Ehmed El-Zahir bavê şehîd Haris El-Zahir diyar kir ku dê heta dawiyê ji bo rizgarkirina xaka welat û di serî de bajarê Efrînê ji çeteyan û artêşa Tirk a dagirker, şer bike û wiha got: "Ji bo xwîna şehîdan û pêkanîna xeyalên wan, divê hemû gel bi hevkariya hemû pêkhateyan bibin yek û tê bikoşin."

Bavê şehîd Haris: Ez ê heta dawiyê bi zarokên re tê bikoşim
13 îlon, 2018   13:03

QAMIŞLO

Îro Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê merasîmeke xiyabî ji bo şehîdê QSD`ê Haris El-Zahir li dar xist. Merasîma sersaxiyê ya şehîd Haris El-Zahir ku di 19'ê Hezîrana 2018’an de li herêma Holê dema ku bi erka xwe radibû şehîd bibû, li Goristana Şehîd Raxib El-Etiyê li gundê Salihiyê yê rojavayê Til Hemîs pêk hat.

Bi dehan welatiyên navçeya Til Hemîs û rêhevalên şehîd Haris beşdarî merasîma sersaxiyê bûn. Şervanên QSD'ê toraneke leşkerî li dar xist û paşê gelek axaftin hatin kirin.

Li ser navê QSD'ê Aras Qamişlo axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Bavê şehîd Haris El-Zahir Ehmed El-Zahir jî axivî û wiha got: "Çeteyên DAIŞ'ê û dewletên ku desteka wê didin, dixwestin îradeya me bişikînin û fitneyê bixin nava gelê me, lê bi yekbûna gelên me yên Kurd, Ereb û Suryan li hemberî planan, hemû çete hatin binpêkirin, her wiha bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan niha herêm ewle û aram e."

Bavê şehîd Haris wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tirkiyeya dagirker heta niha dixwaze vê yekbûnê têk bibe û aramiya li herêmê bişikîne." El-Zahir da zanîn ku ew ne bavê yekemîn e ji bo azadî û rûmeta xaka xwe şehîdekî dide û ne yê dawiyê ye û wiha pê de çû: "Divê em hemû bibin yek û bi hev re têkoşînê ji bo xwîna şehîdan bikin, ez soz didim ku ez ê li rex zarokên xwe heta rizgarkirina hemû xaka welat û Efrînê ji çeteyan, tê bikoşim."

Paşê nasnameya şehîd ji aliyê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê Ehmed El-Ebewî ve hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

(jo)

ANHA