YPG: Herî kêm 3 çete hatin kuştin

YPG’ê têkildarî çalakiyên xwe yên dawîn ên li Efrînê daxuyaniyek da. YPG’ê diyar kir ku di çalakiyan de herî kêm 3 çete hatine kuştin û hejmareke çete jî birîndar bûne.

YPG: Herî kêm 3 çete hatin kuştin
13 îlon, 2018   12:50

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemaniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên xwe yên dawîn aşkera kirin. YPG’ê destnîşan kir ku di çalakiyên wan ên li herêma Efrînê de herî kêm 3 çete hatine kuştin û gelek çete jî birîndar bûne. Her wiha hate aşkerakirin ku li hemberî siwareyeke çeyetan li navçeya Raco ya Efrînê çalakiyek hatiye lidarxistin lê belê encamên çalakiyê nehatine zelalkirin.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:

“Di çarçoveya pêngava duyemîn ya Bexwedana Serdemê li Efrînê de hêzên me li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rêzeçalakiyên bibandor pêk anîn. Encamên çalakiyên ku li navçeyên Cindirês, Raco, Mabata û Şera hatine lidarxistin wiha ne;

1. Di 12’ê Îlonê de yekîneyeke me li hemberî baregeheke çeteyên artêşa Tirk a dagirker a Ii navenda Cindirêsê çalakiyek pêk anî. Di encama pevçûnên sîng bi sîng de 1 jê leşkerê artêşa Tirk a dagirker, 6 çete hatin birîndarkirin.

2. Di heman dîrokê de yekîneyeke me li gundê Omera yê girêdayî navçeya Mabata li hemberî siwareyeke leşkerî ya çeteyan çalakiyeke sabotajê pêk anî. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî brîndar bû.

3. Yekîneyeke me li gundê Berbenê yê herêma Raco li hemberî çeteyekî girêdayî koma Feylaq el-Şam çalakiyek li dar xist. Di encama çalakiyê de çete hat kuştin û çeka wî (AK-47) hat desteserkirin.

4. Di heman rojê de yekîneyeke me li gundê Zeytûnekê yê ser bi navçeya Şera ve li hemberî siwareyeke leşkerî ya çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xist. Lê der heqê encamên çalakiyê de agahiyên zelal bi dest neketin.”