Li Til Hemîsê teqîn-HATE NÛKIRIN

Li navçeya Til Hemîs a girêdayî kantona Qamişlo erebeyek teqiya.

Li Til Hemîsê teqîn-HATE NÛKIRIN
Li Til Hemîsê teqîn-HATE NÛKIRIN
Li Til Hemîsê teqîn-HATE NÛKIRIN
Li Til Hemîsê teqîn-HATE NÛKIRIN
Li Til Hemîsê teqîn-HATE NÛKIRIN
Li Til Hemîsê teqîn-HATE NÛKIRIN
13 îlon, 2018   07:44

QAMIŞLO

Îro di saet 09:00`ê sibê de, erebeyeke ji cûreya KÎA ya welatiyê bi navê Fayiq Ehmed El-Cemo (43) li taxa başûr a navçeya Til Hemîs teqiya. Di encamê de Fayiq hate kuştin û her du zarokên bi wî re birîndar bûn û niha li nexweşxaneyên Qamişlo têne dermankirin.

Fayiq ku karê kirîn û firotina madeyên xurde û nayîlon dikir, bi eslê xwe ji gundê Erîde Tehtanî ye(El-Neîc).

Hêzên Ewlekariya Hundirin yekser hatin cihê bûyerê û agir vemirandin û dest bi lêkolîna sedema teqînê kirin.

(kc)

ANHA