Li Hecînê morala şervanên QSD`ê bilind e

Şervanên QSD`ê bi moraleke bilind berê xwe didin eniyên şer da ku baregehên dawîn ên çeteyên DAIŞ`ê li rojhilatê çemê Firatê ji çeteyan paqij bikin.

Li Hecînê morala şervanên QSD`ê bilind e
Li Hecînê morala şervanên QSD`ê bilind e
Li Hecînê morala şervanên QSD`ê bilind e
Li Hecînê morala şervanên QSD`ê bilind e
Li Hecînê morala şervanên QSD`ê bilind e
13 îlon, 2018   07:37

EMAR EL-XELEF – DIYAR EHMO / DÊRAZOR

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di 11`ê Îlonê de pêngava dawîn a hemleya Bagera Cizîrê bi navê "Şerê Tunekirina Terorê" ji bo rizgarkirina baregehên dawîn ên çeteyên li herêma Hecîn a rojhilatê çemê Firatê, da destpêkirin.

Nûçegihanê ajansa me ANHA`yê ji xetên di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de tevgera şervanan şopand. Şervanan tekez kir ku morala wan pir bilind e û dê çeteyên DAIŞ`ê tune bikin.

Seîd El-Meqîr şervanekî ji bajarê Hesekê ye. El-Meqîr got ew wek şervanên QSD`ê li hemberî terorê şer dikin û ew amade ne berê xwe bidin hemû herêman da ku li dijî terorê şer bikin.

El-Meqîr destnîşan kir ku ew niha li ber deriyê bajarokê Hecîn in, baregeha dawîn a çeteyên DAIŞ`ê. El-Meqîr tekez kir ku ew bi moraleke pir bilind dê li dijî çeteyên DAIŞ`ê li rojhilatê çemê Firatê şer bikin, çeteyên ku der barê şêniyên Dêrazorê de kiryarên hovane pêk dianîn û zilm û zor li wan dikirin û li wê derê serjêkirin û kuştin pêk dianîn.

Şervanê bi navê Hesen El-Îbrahîm got wan ji nû ve dest hemleya Bagera Cizîrê  kir ku di demên dawîn hatibû rawestandin û diyar kir ku şervanên wan bi hişyariyeke mezin ji ber mayinan pêşve diçin.

El-Îbrahîm di axaftina xwe de got ew li gundê El-Şefa ne, nêzî rizgarkirinê bûne da ku piştî wê berê xwe bidin bajarokê Hecîn û wê bi temamî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin. El-Îbrahîm di dawiyê de şêniyên bajarokê Hecîn pîroz kirin ji ber ku rizgarkirin nêz bûye.

Şervanê bi navê Mihemed El-Mihdî jî got ew amade ne ji bo azadiya gelê xwe, rizgarkirina herêmê ji çeteyan û ji bo gelê wan bi aramî û ewlehî bijî, canê xwe feda bikin.

(bx)

ANHA