Xezeba Zeytûnê: Çeteyê bi navê Amir El-Qetî hate kuştin

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê destnîşan kir ku hêzên wan çeteyekî ji El-Cebhe El-Şamiye yê bi navê Amir El-Qetî li ser rêya Raco-Efrînê kuştiye.

Xezeba Zeytûnê: Çeteyê bi navê Amir El-Qetî hate kuştin
13 îlon, 2018   07:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên wan li ser rêya Raco-Efrînê çeteyek ji El-Cebhe El-Şamiye yê bi navê Amir El-Qetî kuştiye.

Daxuyaniyê wiha ye:

"Şervanên me li dijî çeteyên dagirkeriya Tirkiyeyê gelek çalakiyên cuda li hemû herêmên Efrînê yên di bin dagirkeriya wan de pêk anîn. Roj bi roj çalakiyên me têne guhertin û bi taybet li hemberî ew kesên li dijî şêniyan kiryarên hovane pêk anîn, zêde dibin. Ew kesên ku destê wan di kiryarên hovane de li dijî şêniyên me heye, dê bibin armanca çalakiyên şervanên me. Dê hesab ji wan were xwestin wekî ku çawa ji kesên berî wan hate xwestin.

Şervanên me li dijî çeteyê bi navê Amir El-Qetî ku yek ji çeteyên El-Cebhe El-Şamiye ye, çalakiyek li ser rêya di navbera navçeya Raco û Efrînê de di 11.09.2018`an de pêk anî û di encamê de ew çete hate kuştin.

Em wek Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê soza xwe ji gelê xwe re nû dikin ku çalakiyên me li hemû herêmên Bakurê Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de, dê berdewam bikin, destpêkê Efrîn û heta Idlib û Ezazê."

(bx)