Tirkiye hewl dide dîroka şaristanî ya Efrînê tune bike

Dewleta Tirk bi armanca tunekirina dîroka şaristanî ya Efrînê û nasnameya wê, 16 hezar parçeyên şûnwaran ên Sûriyeyê diziyan û gelek şûnwarên Efrînê hilweşandin. Bi van kirinên Tirkiyeyê mirovahî beşekî girîng ji şaristanî û kevneşopiya wê ya dîrokî winda dike.

Tirkiye hewl dide dîroka şaristanî ya Efrînê tune bike
13 îlon, 2018   04:20

 ŞERVÎN MISTEFA – XANDÎ ELO/ EFRÎN 

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê hemleyeke talan û dizîna şûnwarên Efrînê dane destpêkirin. Dagirkeran gelek parçeyên şûnwaran ên Efrînê derbasî Tirkiyeyê kirin û tunekirina kevneşopiya mirovahî ya li Efrînê armanc dikin.

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê di 20'ê çileya 2018'an de dest bi êrîşa xwe ya li dijî herêma Efrînê kirin, komkujiyên herî qirêj der heqê welatiyên sivîl de pêk anîn. Dagirkeran her wiha gelek deverên kevnar û dîrokî yên herêmê hilweşandin.

Gelek deverên dîrokî yên Efrînê di lîsteya UNESCO de cih girtine û bi riya deveran diyar dibe ku gelek şaristanî li herêma Efrînê hatine avakirin. Lê Tirkiye hewl dide van deveran hilweşîne û şûnwarên wan bidize da ku şaristaniyên li Efrînê neyên piştrastkirin.

Di vê dosya me de em ê hewl bidin qonaxên dîrokî yên şaristaniyên di herêma Efrînê re derbas bûne vebêjin û piştî dagirkeriya Tirkiyeyê li herêmê çi bi serê van deverên dîrokî de hatiye.

Horiyan li Efrînê jiyan kirine

Horî ku ji bavpîrên xwe yên Hîtîk cûda bûne xwe weke Horî bi nav kirin. Li gorî şûnwarnas Mihemed Nûrî Elo, Horiyan ti carî qebûl nekirin ku di bin desthilatdariya ti aliyan de jiyan bikin û ji ber vê yekê beriya nêzî 9 hezar sal berê xwe dan herêma Efrînê. Nûrî piştrast dike ku welatiyên resen ên herêma Efrînê Kurd in.

Êzdî

Êzdî li kantona Efrînê li 22 gundan jiyan dikin û hejmara welatiyên êzdî yên Efrînê nêzî 25 hezar kes in. Li kantona Efrînê bi sedan mezarên olî yên êzdiyan hene û dîroka avakirina wan vedigere bi sedsalan. Lê piştî êrîşa artêşa Tirk a dagirker gelek ji van mezaran hatin hilweşandin û kevana perestgeheke kevnar li gundê Kîmarê yê girêdayî navçeya Şêrewa ku du tawûs li ser hatibûn nexşandin diziyan.

Xiristiyan

Di serdema Romaniyan de ango di sedsalên duyemîn heta pêncemîn de xiristiyan hatine Efrînê û li vir perestgehên xwe yên weke Dêra Colyanos a li gundê Beradê ya girêday navçeya Şêrewa avakirine. Ev dêr kevintirîn dê cîhanê de ye û di sedsala çaremîn de hatiye avakirin. Li vir spartgeha keşe Mar Maron heye. Dêra Kalûtê û gelek dêrên din ên herêmê li herêmê her wiha gelek dêrên Bîzansî, avahî, guvaşgeh û spartgehên kevnar ên serdema Romanî hene.

Li gorî şûnwarnasan li gundê Elbîskê yê navçeya Reco ya Efrînê dêreke nû ku vedigere sedsla duyemîn hatiye vedîtin û dîwarên wê bi mozayîkên ordek, kew û tawûs û sewalên weke aske û hespan hatine nexşandin.

Mihemed Elo diyar dike ku xiristiyan bêtir li çiyayê Lêlûn a Efrînê bi cih bûne û nîşana vê yekê jî hejmara dêrên li vî çiyayê ne yên weke dêra Colyanos û spartgeha keşe Mar Maron.

Dêra Colyanos û spartgeha keşe Mar Maron ji aliyê komên çete û artêşa Tirk ve rastî topbaranê hatin û piştî dagirkeriya herêmê leşker Tirk û çeteyan gelek parçeyên şûnwarî yên van deveran diziyan û ber bi Tirkiyeyê ve birin.

Îslam

Di serdema xelîfeta îslamî Umer Bin El-Xetab de ola Îslamî li Rojhilata Navîn belav bû. Artêşa îslamî bi pêşengtiya Xalid Bin El-Welîd di sala 636'an de Sûriyeyê dixe bin serweriya xwe û dîroka îslamî li herêma Efrînê ji vir ve dest pê dike.

Yek ji mezarên pîroz ên herêma Efrînê li gundê Meşalê yê navçeya Şera  ya Efrînê ye. Ev mezar li ba welatiyên Kurd ên Êzdî û Îslamî pîroz e. lê piştî dagirkeriya herêmê leşkerên Tirk û komên çete ev mezar talan kirin û hemû darên di nava mezarê û derdora wê de ne şewitandin.

Mezara Şêx Zeyd a Îslamî di bajarê Efrînê de ye û dagirkeran di 18'ê gulana borî de xirabkirin û şewitandin.

Di 16'ê Hizêrana borî de jî dagirkeran spartgeha Şêxmûsa yê Îslamî li gundê Gewanda ya navçeya Reco ku dîroka wê vedigere sala 1882'an talan û xirabkirin.

Li gundê Miskê yê navçeya Cindirêsê jî dagirkeran aliyekî mezara Şêx Mihemed ku dîroka wê vedigere sedsala 16'emîn xirabkirin. Çeteyan jî gorên kevnar kolandin.

Komên çete bi van destdirêjiyên xwe li deverên kevnar ên herêmê hewl didin zêr û şûnwarên kevnar bibînin û li Tirkiyeyê bifiroşin.

Ereb

Welatiyên ji pêkhateya Ereb ên li Efrînê jiyan dikin nêzî 1400 malbat in û piraniya wan li navçeya Cindirêsê jiyan dikin. Erebên li Efrînê girêdayî eşîrên Umêrat, Icêl, Bobetoş, Bobena û Bo Asî ne.

Di salên aloziya Sûriyeyê de gelek malbatên din ên Ereb ji seranserî Sûriyeyê berê xwe dan Efrînê û di bajêr de bi cih bûn. Di encamê de rêjeya pêkhateya Ereb derket %15.

Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve 16 hezar parçeyên şûnwaran hatine dizîn

Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê bi hevkariya hin karsazên Tirk di bin çavdêriya istixbarata Tirkiyeyê de li Sûriyeyê li şûnwaran geriyan û bêtirî 16 hezar parçeyên dîrokî yên şûnwarên Sûriyeyê û bi taybet ji Efrînê diziyan. Li gorî Birêveberê Giştî yê Şûnwar û Mûzeyên Sûriyeyê Mehmûd Mihemed ji ajansên navnetewî re ragihand ku evan parçeyên şûnwaran niha di Karîgeriya Şûnwaran a Tirkiyeyê de hatine bicihkirin.

Mihemed da zanîn ku mûzeyên navnetewî jî hin parçeyên şûnwaran ên Sûriyeyê bi riya bazirganên parçeyên şûnwaran wergirtine .

Di Sûriyeyê bêtirî 4500 deverên kevnar di dawiya sedsala borî de hatine vedîtin û ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve piraniya van deveran rastî talanê hatine.

Tirkiye hevpeymana Lahay a parastina şûnwaran paşguh dike

Li gorî hevpeymana Lahay a parastina çand û dîrokê di demên şerên çekdar de ku di 14'ê Gulana 1954'an de hatiye îmzekirin, divê milkên çandî bi hemû cûreyên wan bêne parastin, weke avahî, parçeyên hunerî yan dîrokî, olî yan mirovahî û deverên dîrokî û şûnwaran.

Di hevpeymanê bendeke taybet bi rewşên dagirkeriyê heye, ango benda pêncemîn ku rewşa dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê digire nava xwe. Di vê bendê de wiha tê gotin: "aliyên ku beşekî ji axa aliyekî din dagir dikin, divê milkên çandî û kevneşopiya vê devera dagirkirî biparêzin."

Lê tişta ku li Efrînê rû dide piştrast dike ku artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê vê hevpeymanê paşguh dikin û deverên kevnar û şûnwarên herêmê hildiweşînin û talan dikin. Dewleta Tirk bi van kirinên xwe li dijî kevneşopiya çandî ya Efrînê hewl dide nasnameya Kurdî li Efrînê tune bike.

ANHA