Muxalifekî Sûrî: Sûriyeyê bûye zembîleke ji bo berjewendiyên lîstikvanan

Parêzer û muxalifê Sûrî Hîşam El-Efşarî diyar kir ku şerê Idlibê li ber derî ye û ne pêkan e were rawestandin û biryara şer hatiye girtin. El-Efaşî got: "Sûriyeyê bûye zembîleke ji bo berjewendiyên lîstikvanan."

Muxalifekî Sûrî: Sûriyeyê bûye zembîleke ji bo berjewendiyên lîstikvanan
13 îlon, 2018   06:09

NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî amadekariyên şerê Idlibê, pilanên li ser têne kirin, her wiha çarenûsa wê parêzer û muxalifê Sûrî yê ji Humsê Hîşam El-Efşarî ji ajansa me re axivî. El-Efşarî got: "Rexmî ku gelek saziyên çapemeniyê behsa têkçûyîna civîna sêalî ya li Tehranê ya di navbera Îran, Tirkiyê û Rûsyayê de kirine, ku negihiştin ti encamên diyar, lê di navaroka civînê de diyar bû ku hemû alî li hev kirine ku dest ji çeteyan berdin, di nav de Artêşa Azad, hêzên çekdar ên destekê ji Tirkiyeyê digirin. Li ser vê mijarê muhletek kurt dane Erdogan, ji ber ku ew hêzanan tenê wekî kaxesekê di destê Tirkiyê de ne."

Hîşam, têkildarî armancên welatên sê alî, diyar ku armancên hersê welatan tenê di çarçoveya Idlibê sînordar nîne û wiha pê de çû: "Hemû dixwazin ku rêjîma Sûriyeyê dîsa li herêmên Sûriyeyê serwer bibe, di heman demê de Sûriyeyê bûye mîna zembîlekê ji bo berjewendiyên lîstikvanan anî ji hêzên herêmî û navdewletî ên bi bandor li ser Sûriyê, di nav de berjewendiyên Tirkiyeyê ku bi navê xeteriya kurdan sînorê xwe biparêze, her wiha berjewendiyên xwe yên aborî li Heleb û herêmên din pêk bîne."

Girêdayî siyasetên Îranê û Rûsyayê jî Hîşam El-Efşarî wiha bi lêv kir: "Pirsgirêk ev e, dibe ku ji bo Îranê jî berjewendiyên çandî yê ji beriya 2011‘an vehebin. Berjewendiyên herî mezin ên Rûsyayê ye, ku girêdayî tevahî Sûriyeyê, ji ber ku bi biryareke navdewletî haye erekedarkirinku hevsengiya pêk bîne û doza kurdî çareser bike. Di dawiyê de Sûriyeya pêşerojê heke dewleteke navendî be an ne navendî be, di encamê de  bûye zembîleke ji bo berjewendiyên hemû lîstikvanan. Di nêrîna min de dabeşkirineke berjewendiyên aborî û çandî ye, ne dabeşkirina erdîngariyê ye wekî ku ew îdia dikin. Ji bo doza kurdên li Sûriyeyê jî ev yek bi riya nîqaşn û danûstandinên bi dewlata Sûriyeyê pêk were."

Hîşam her wiha got:"Heke Rûsya, Tirkiyê û Îran li ser Idlibê li hev nekin, wesyetkarên mezin, di serî de Amerîka, Îsraîl û Yekitiya Ewropayê, wê Rûsya ji bo karûbarên Sûriyeyê erekdar bikin da ku aramiya  li Sûriyeyê vegerîne."

Parêzer û muxalifê Sûrî Hîşam El-Efşarî diyar kir ku şerê Idlibê li ber derî ye û ne pêkan e were rawestandin û biryara şer hatiye girtin, lê derengbûna wê ji ber rewşa sivîlan, ta kerîdoreke mirovahî were vekirin û sivîl werin spartina herêmên bi ewlek, dibe ku herêmên li Tirkiyê be jî,heger ku Tirkiyê pêşwaziya wan bike, mijar giştî kirîn û firotina gelê Sûriyeyê, hemû dewletên herêmên koçberên Sûriyeyê li gorî xwe dikirin û difroşin.

(bb)

ANHA