ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13.09.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13.09.2018
13 îlon, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê ‘Şerê dawîkirina terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Şêniyên Dêraozorê 3 şervanên QSD‘ê yên ku di pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne, li goristana Şehîdan a Hanî El-Hesen a bajaroka Bisêra oxir dikin. Saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li taxa Şehîd Fîras a bajarê Kobanê Dêra Ixiwa "Biratî" tê vekirin. Saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa navçeya Dêrikê bi daxuyaniyekê rêjîma Îran û darvekirina siyasetmedarên Kurd şermezar dike. Saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Parêzer û muxalifê Sûrî Hîşam El-Efşarî diyar kir ku şerê Idlibê li ber derî ye û ne pêkan e were rawestandin û biryara şer hatiye girtin. El-Efaşî got: "Sûriyeyê bûye zembîleke ji bo berjewendiyên lîstikvanan." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berpirsê Partiya Yekitiya Suryan li bajarê Hesekê Gabriyêl Şamûn anî ziman ku dewleta Tirk bi tecrîdkirina li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemû qanûnên navdewletî û pîvanên mafê mirovan binpê dike. Şamûn tekez kir ku têkoşîna wan dewam e bikin ta Ocalan azad bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Bi diruşma "Azadiya jin ji azadiya rêber Ocalan e" Rêxistina Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê semînerekê têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jinên navçeya Til Birakê weke her sal bi hatina payîzê re amadekariyên zivisatnê dikin. Jin weke kevneşopî berhemên zeviyên xwe ji sebzeyan depo dikin. Her wiha navçe bi xwarinên weke şorbeya Kişk navdar e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di şoreşa Rojava de û destkeftiyên ku taybet jinan bi dest xistine kûr bû. Di dema êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Efrînê xwepêşandan bi rêxistin dikir, di encamê de hat girtin, lê dîsan jî xebata xwe nesekinand. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Ciwanên Partiya Sûriyeyê Pêşerojê ya Buroya Helebê bi armanca pênasekirina armacên partiyê û rola ciwanan civînekê li dar dixe. Saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Sivîl a Reqayê 2 hezar û 500 pirtûk ji gundê Hawî El-Hewa veguhestin pirtûkxaneya komîteyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hunermed Seed El-Herbawî ku bi eslê xwe Ereb e, li gel ku çavên wî di zarokatiyê de kor bûne jî, ji 10 saliya xwe ve li kemançeyê dixe û bi kurdî û erebî stranan dibêje. El-Herbawî dibêje di gundê wan de Kurd û Ereb bi hev re dijîn, wî tu car ferq nexistiye navbera gelên Kurd û Ereb. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Noqteya Tenduristiyê ya Heyva Sor a kurd a taxa Seyf El-Dewle ya bajarê Reqayê ruxmî derfetên kêm rojane 250 nexweş bê pere derman dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li bajarên herêma Cizîrê gelek sûkên gelêrî yên heftane hene. Her sûkek navê xwe ji rojên hefteyê digire. Ji ber peydabûna hemû pêdiviyên malê û bi buhayên guncew bûne meqseda şêniyan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji ber paşketina rewşa jiyanê li Başûrê Kurdistanê û ji ber ewlehî û pêşketinên ku li Rojava pêk hatine zêdetirî hezar û 300 malbatên Rojavayî di deriyê Sêmalka re vegeriyan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Dewleta Tirk bi armanca tunekirina dîroka şaristanî ya Efrînê û nasnameya wê, 16 hezar parçeyên şûnwaran ên Sûriyeyê diziyan û gelek şûnwarên Efrînê hilweşandin. Bi van kirinên Tirkiyeyê mirovahî beşekî girîng ji şaristanî û kevneşopiya wê ya dîrokî winda dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA