Ji ber guleyan reviya lê di avê de xeniqî

Ciwanê bi navê Mihemed Mehmûd El-Samir piştî 5 salan ku ji malbata xwe dûr mabû, biryar da vegere lê ji ber tirsa ji artêşa Tirk li ser sînor ku her kesê ku hewl dide sînor derbas bike dikuje û dema ku di rêya çemê Dîcle re xwest ji bakurê Kurdistanê were Rojava,di avê de xeniqî. 

Ji ber guleyan reviya lê di avê de xeniqî
12 îlon, 2018   09:28

QAMIŞLO

Ciwanê bi navê Mihemd Mehmûd El-Samir (24) ji gundê Um Hecîra yê navçeya Til Berakê ye. Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê herêmên Til Berak xistin bin serweriya xwe, berê xwe da Tirkiyeyê û li wê derê dest bi kar kir. 5 salan piştre biryar da ku li malbat û naçeya xwe vegere. Dema ku di rêya çemê Dîclê re li ser sînorê Sûriye û Tirkiyeyê vedigeriya, 11`ê Îlonê di avê de xeniqî.

Li gorî malbata Mihemed ku cenazeyê wî roja Sêşemê ji aliyê hindek kesên Tirk ên melevaniyê dikin ve hate dîtin û rakirin Nexweşxaneya Mêrdînê da ku di rêya deriyê sînor ê Dirbêsiyê re derbasî Rojava bikin.

Malbata Mihmed Mehmûd diyar kir ku ew ji ber kiriyarên dagirkeriya Tirkiyeyê li dijî koçberan nikarîbû fermî derbasî Sûriyeyê bibûya, ji ber wê û ji ber tirsa ji dagirkeran li ser sînorê Tirkiyeyê ku her kesê ku hewl dide sînorê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de derbas bike wan dikujin, neçar ma ku di rêya avê re derbasî Rojava bibe.

Hêjayî gotinê ye ku rewşa Mihemed Mehmûd El-Samir mîna bi hezaran koçberên Sûriyeyê ye ku ji ber rewşa şer û bûyerên li herêmê diqewimin direvin û li ser sînoran û bi taybet ê Tirkiyeyê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve têne kuştin.

(bx)

ANHA