Griffiths hewl dide danûstandinên Yemenê bidomîne

Şandeyê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Yemenê Martin Griffiths li pêşiya Konseya Ewlehiyê ragihand ku dê îro berê xwe bide Mesqetê û ji wir biçe Senhayê, ji wir jî berê xwe bide Riyadê da ku sozdariyên aliyan wergire ji bo danûstandinên Yemenê bêne domandin.

Griffiths hewl dide danûstandinên Yemenê bidomîne
12 îlon, 2018   09:12

NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyê Netewên Yekbûyî yê ji bo Yemenê Martin Griffith hewl dide danûstandinên di navbera hikûmeta Yemenê û hêzên Hosiyan de vejîne piştî ku danûstandinên li Cinêvê têk çûn.

Griffith destnîşan kir ku çalakiya aştiyê li Yemenê rastî guhertinan tê û girîngiya têkçûna danûstandinên Cinêvê lawaz nirxand û got ku ev astengiyên demkî ne.

Griffiths bang li Konseya Ewlehiyê kir ku alîkariya xebatên wî yên dîplomasî bike da ku aliyên Yemenê li maseya danûstandinan vegerîne.

Diviyabû civînên amadekar ên danûstandinên aştiyê di hefteya borî de bihatiba lidarxistin, lê piştî ku Hûsiyan mercên xwe zêde kirin,  civîn têk çûn.