Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Celal re xwest 

Şêniyên bajarê Kobanê serdana konê sersaxiyê yê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şehîd Celal Elhesan (Celal) kir û sersaxî ji malbata wî re xwest.

Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Celal re xwest 
Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Celal re xwest 
Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Celal re xwest 
12 îlon, 2018   09:35

KOBANÊ

Bi dehan şêniyên bajarê Kobanê serdana konê sersaxiyê yê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirin Şehîd Celal Elhesan (Celal) kir ku dema bi erka xwe li bajarê Minbicê radibû şehîd bûbû û ji malbata wî re sersaxî xwest. Konê sersaxiyê li pêş parka Kobanê hatiye vedan.

Di merasîma sersaxiyê de hemû saziyên sivîl beşdar bûn. Merasîmê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, li ser navê meclisa Malbatên Şehîdan Izet Hemo axivî û wiha got: “Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û Celal xwedî kesayeteke berxwedêr bû ku gihaşt asta şehadetê.”

Di dawiya merasîmê de, dûrişmên dilsoziya bi şehîdan re hatin avêtin.

(hk-hh)

ANHA