YPG`ê li çeteyên artêşa dagirker xist, du çete hatin kuştin

YPG`ê diyar kir ku di encama çalakiyên hêzên wan li Efrînê, du çeteyên din hatin kuştin.

YPG`ê li çeteyên artêşa dagirker xist, du çete hatin kuştin
9 îlon, 2018   08:27

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî encamên çalakiyên şervanên YPG`ê li Raco û Şera aşkere kirin.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

ʺDi çarçoveya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê hêzên me li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyên xwe didomînin. Di dîrokên 7 û 8`ê Îlonê de hêzên me li navçeyên Raco û Şera yên girêdayî Efrînê du çalakiyên cûda pêk anîn. Di derheqê çalakiyan de agahiyên berfireh wiha ne;

1. Di dîroka 7`ê Îlonê de yekîneyek me li ser rêya Şera li hember çeteyek koma El-Hemze yê bi navê Ebdulrehman El-Zahir ku bi eslê xwe ji Ezazê ye çalakiyeke kemînê lidar xistin. Di encama çalakiyê de çete hat kuştin.

2. Di dîroka 8`ê Îlonê de yekîneyek me li bejahiya navçeya Raco li hember çeteyek koma Ehrar El-Şerqiye çalakiyek lidarxistin. Di encama çalakiyê de ev çete hat kuştin.ʺ

(kc)