Di şahiya li Reqayê de çalakiyên cihêreng

Partiya Sûriyeya Pêşerojê li parka El-Reşîd a bajarê Reqayê şahiyek organîze kir. Di şahiyê de pêşbirk û çalakiyên cihêreng hatin lidarxistin.

Di şahiya li Reqayê de çalakiyên cihêreng
Di şahiya li Reqayê de çalakiyên cihêreng
Di şahiya li Reqayê de çalakiyên cihêreng
Di şahiya li Reqayê de çalakiyên cihêreng
Di şahiya li Reqayê de çalakiyên cihêreng
9 îlon, 2018   08:18

REQA

Partiya Sûriyeya Pêşerojê şevê din li parka El-Reşîd a bajarê Reqayê şahiyek organîze kir. Di şahiyê de pêşbirk, helbest, stran û çalakiyên cihêreng hatin lidarxistin û xelat hatin belavkirin.

Amadekarên şahiyê diyar kir ku armanc ji organîzekirina van çalakiyan ew e ku dilê welatiyan kêfxweş bikin. Rêveberê Buroya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hanî El-Umer der barê mijarê de wiha got: "Armanca me ji van şahiyan ew e ku jiyana di bajarê Reqayê de ji nû ve bê vejandin û dilê welatiyan xweş bibe."

ANHA