Li El-Hemrat xebatên Şaredariya Gel

Şaredariya Gel a El-Hemrat a girêdayî herêma El-Keramê ya gundewarên bajarê Reqayê bi hemû komîteyên xwe xebatên xizmetguzariyê ji şêniyan re pêşkêş dike û plansaziyên nû danîne.

Li El-Hemrat xebatên Şaredariya Gel
Li El-Hemrat xebatên Şaredariya Gel
9 îlon, 2018   07:28

EHMED EL-ESSAF / REQA

Şaredariya Gel a El-Hemrat di di meha yekan a 2018'an de hate vekirin. Şaredarî dabeşî gelek beşên wekî zabîte, zimhêr, komîteya xedemî, fenî û buroya hawîrdorê dibe.

Her beşek li gorî peywira xwe dixebite. Mînak beşa zabite; rojane ji bo kontrolkirina nirxên madeyên xwarinê û demên wan di nav dikana de digerin. Her wiha çavdêriya firinan jî dikin.

Beşa xedemî; ji destpêka avakirina şaredariyê de, kolan ji bermahiyên DAIŞ'ê paqij dike. Her wiha rêyên Hemre Botiyê û Hemre Xennam sererast kirin û ji bo hêsankirina çûn û hatina şêniyan deriyên bendan li ser geliyê Mingelan yê Hemre Nasir ava kirin.

Ji aliyê xwe ve buroya hawîrdorê, 2 park li Hemre Xennam û Hemre Cemasê vekir. Her wiha bi hevkariya xwediyên dikanan deriyên dikanan bi rengên spî û pembeyî boyax kirin.

Têkildarî mijarê hevserokê şaredariya El-Hemrat Mihemed Hisên wiha got: "Ji bo demên pêş me plansaziyek daniye. Rê û bi taybet rêyên gundewarên rojhilat dê werin qîrkirin, parka Hemre Nasir dê were amadekirin û ji bo otobûsan dê rawestgehek li ser rêya di navbera Reqa û Dêrazorê de ava bikin."

(şx)

ANHA