Akademiya Tenduristiyê ya Rojava dest bi perwerdeyê dike

Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê bi armanca avakirina kadroyeke tenduristiyê ya pispor, yekemîn akademiya tenduristiyê li bajarê Qamişlo di 7'ê Îlonê de vekir.

Akademiya Tenduristiyê ya Rojava dest bi perwerdeyê dike
Akademiya Tenduristiyê ya Rojava dest bi perwerdeyê dike
9 îlon, 2018   07:26

IBRAHÎM EL-EHMED / QAMIŞLO

Akademî ji hemû beşên pisporiya tenduristiyê niştegerî, dermannasî û hemşîretiyê pêk tê. Hemû ciwan ji hemû deverên bakur û rojhilatê Sûriyeyê pêşwazî dike. Heta niha 64 xwendekar ji her du zayendan ji Efrîn, her du herêmên Firat, Cizîr û bajarên Mibic, Reqa û Tebqayê navên xwe tomar kirine. Tê payîn ku dewama akademiyê îro dest pê bike. 

Şertên qebûlkirina xwendekaran li akademiyê

Divê xwenderkar ji bo ku tev li akademiyê bibin van şertan bi cih bînin:

1- Divê temenê xwendekar di navbera 18 û 32 saliyê de be.

2- Divê herî kêm 11 salan xwendibe.

3- Pêşwazîkirina xwendekaran tenê bi rêya saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê.

4- Akademî minheyên taybet bo malbatên şehîdan pêşkêş dike.

Li akademiyê şêwazên wanedayînê

Di meha yekemîn de xwendekar waneyên teorîk dibînin. Piştre li gorî astên xwendinê wane tên dayîn. Mînak di sala yekemîn de, waneyên fizîk, kîmya, zanista şaneyê, kîmyaya organîk, beşa anatomî û fîzyolojî tên dayîn.

Hejmara bijîşkên ku wane bidin ne sabît e. Lê ji bo her beşekê hejmareke sînordar ji waneyan digire.

Salên xwendina akademiyê

Dema xwendina akademiyê 4 sal e. Her salek 8 meh e. piştî derçûnê divê xwendekar di ezmûna beşa bijîşkiya giştî re derbas bibin û li gorî wê û tecrubeya xwendekar dê beşa pirsporiyê were diyarkirin.

Pergala akademiyê

Pergala akademiyê li ser bingeha jiyana hevpar û rihê hevaltiyê ava dibe. Xwendekar ji demjimêr 09:00'an heta 16:00'an perwerdeyên xwe dibînin.

Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê hemû mercên guncaw ji bo jiyana xwendekaran di nav akademiyê de peyda kirine. Deste avahiyeke taybet ji bo xwendekar di nav akademiyê de diyar kir û bi awayekî komînal. Niha di nav akademiyê de 6 komîn, 3 komînên xwendekarên xort û 3 yên keçan hene. Di her komînekê de 10 xwendekar hene.

Makenîzmeya rêvebirina akademiyê

Rêveberiya akademiyê ji rêveberiyên komîn û bijîşkên akademiyê pêk tê.

Girêdayî armanca avakirina akademiyê endama rêveber a Akademiya Tenduristiyê ya Rojava Sîmav Ibrahîm diyar kir ku akademî ji bo pêşxistina herêmê hate avakirin. Her wiha destnîşan kir ku bi armanca xurtkirin û pêşxistina şarezahî û tecrubeyên xwendekaran bi dewleta Îtalyayê re di nav têkiliyên dîplomatîk de ne.  

(şx)

ANHA