Li hemberî polîtîkayên qirkirinê gundek; Nisran

Gundê Nisran ji kevntirîn gundên navçeya Tirbespiyê ya girêdayî herêma Cizîrê ye. Hêzên rêjîmê 2 caran li hemeberî wê polîtîkayên erebkirinê dane meşandin, lê gund hebûna xwe parast û nasnemeya xwe winda nekir.

Li hemberî polîtîkayên qirkirinê gundek; Nisran
Li hemberî polîtîkayên qirkirinê gundek; Nisran
Li hemberî polîtîkayên qirkirinê gundek; Nisran
Li hemberî polîtîkayên qirkirinê gundek; Nisran
Li hemberî polîtîkayên qirkirinê gundek; Nisran
Li hemberî polîtîkayên qirkirinê gundek; Nisran
Li hemberî polîtîkayên qirkirinê gundek; Nisran
Li hemberî polîtîkayên qirkirinê gundek; Nisran
9 îlon, 2018   06:15

RÊNAS REMO-KADER IBRAHÎM / QAMIŞLO

Gundê Nisran bi 8 km dikeve başûrê rojavayê navçeya Tirbespiyê. Beriya 80 salan hatiye avakirin. Gund cara yekemîn di sedsala borî de hate erebkirin û navê wê hate guhertin û bû Til Nisran. Di encama polîtîkayên rêjîmê yên li herêmên kurdî de navê gund veguherandin El-Mensûra.

Ev polîtîkayên erebkirinê yên rêjîma Baasê ne tenê der heqê gundê Nisran de, lê der heqê hemû bajar û navçeyên herêma Cizîrê de derbasdar bû.

Kal û pîrên gund diyar kir ku navê gund vedigere jina bi navê Nisra Xatûn ku di ola Êzidî de hatiye bibîrxistin. Nisra Xatûn bi wêrekî û aqilmendiya xwe dihat naskirin. Ruxmî gelek polîtîkayên erebkirinê jî şêniyan navê gund parast.

Ji bilî polîtîkayên erebkirinê pergalên desthilatdar gund di hemû warên xedemî û tenduristî de paşguh kir û ji bajar û navçeyên din qut kir. Gund ji 37 malbatn pêk dihat. Di encama binpêkirinên rêjîmê der heqê şêniyên gund de, gelek ji wan koçberî Qamişlo û gundên derdorê bûn û niha tenê 16 malbat lê dijîn.

Di dema serdana gund de avahiya ku tenê bala mirov dikişîne dibistana gund e. Dibistan di sala 1948’an de hatiye avakirin û navê Nisran girt. Ji wê dibistanê gelek bijîşk, nivîskar û wêjevan wekî Ehmed Ebas profesorê zanîngeheke Amerîkayê, Îbrahîm Ebas, nivîskar Xorşîd Ehmed û wêjevan Ebas Ebas derçûne. Ji ber rewşa hewayê dibistan hatiye rûxandin.

Rêjîma Baas ne tenê polîtîkayên erebkirinê der heqê gund de pêk anîne, her wiha hemû zeviyên gund desteser kiribûn. Şênî nikaribûn di zeviyên xwe de bîran bikolin û zeviyên xwe av bidin. Vê jî bandoreke neyînî li çandiniyê kir û tenê şêniyan sewal xwedî kirin.

Pîrejina bi navê Xedîce Sêfo diyar kir ku jin li gund bi kar û barên xwedîkirina sewalan radibin û gelek berhem wekî nivîşk, mast û berhemên şîr çêdikin û her wiha malên xwe di hemû waran de bi rêv dibin.

Heta nîiha Xedîce alavên berê yên çêkirina berhemên şîr wekî meşk û gelek xalîçeyên berê (xawlî) parastine.

Şêniyên gund bi hêvî ne ku rêveberiya herêmê û şaredariya navçeya Tirbespiyê û meclisa wê, xebatên xizmetguzariyê wekî qîrkirina rêyan û ava vexwarinê ji wan re pêşkêş bikin.

(şx)

ANHA