Mêşên hingiv ji ber dermanên pembo dimirin

Xwediyê mêşên hingiv Nezîr Şêx Ebdî diyar kir ku dermanên ji bo pembo tên reşandin mêşan dikujin, divê dermanên bêzirar bên bikaranîn. Beşa Ekolojiyê ya herêma Cizîrê jî diyar kir ku hemû derman ji bo mêşan zirar in, çareserî ew e ku dema derman hatin bikaranîn, herî kêm 24 saetan mêş neyên berdan.

Mêşên hingiv ji ber dermanên pembo dimirin
Mêşên hingiv ji ber dermanên pembo dimirin
Mêşên hingiv ji ber dermanên pembo dimirin
Mêşên hingiv ji ber dermanên pembo dimirin
Mêşên hingiv ji ber dermanên pembo dimirin
Mêşên hingiv ji ber dermanên pembo dimirin
Mêşên hingiv ji ber dermanên pembo dimirin
9 îlon, 2018   05:37

BÊRÎTAN ÎRLAN – SOZDAR XELÎL / HESEKÊ

Nezîr Şêx Ebdî ev 30 sal e li navçeya Zirgan a herêma Serêkaniyê ya girêdayî kantona Hesekê dijî û mêşên hingiv xwedî dike. Dayik û bavê Nezîr ji beriya 30 salan ve mêş di kewarên ku bi dest ji axê çêdikirin de xwedî dikirin. Nezîr niha li gundê Til Mihemed ê Zirganê di kewarên ji axê de ku mîrasa dayik û bavê wî ne, mêşan xwedî dike. Her wiha kewarên nû yên zîraî jî bi kar tîne.

Nezîr dibêje kewar di mehên biharê de tên danîn û di meha Cotmehê de berhem tê komkirin, lê ev sê sale ji ber ku ji bo parastina çandiniyê dermanên nebaş tên reşandin, mêş dimirin û rewşa hingiv pir xirab e.

‘Bila dermanên bêzirar bên bikaranîn’

Nezîr diyar kir ku ev du sal e  rewşa mêşan pir xirab e, ji ber ku sir û seqem nayê kurmên di binê axê de namirin û dema pembo tê dermankirin, derman mêşan dikuje. Nezîr bal kişand ser dermanên ku tên bikaranîn û wiha got: “Dema dermanên ji bo pembo tên bikaranîn, xweza nayê parastin. Ew derman ji bo mêşan xirab e. Em dixwazin dermanên baş bên bikaranîn ji bo mêş nemirin. Divê ku mafê mêşan jî bê fikirin jî ber ew jî parçeyek ji xwezayê ne û ji bo herêmê bi fayde ne. Hinek derman hene ku mêşan nakujin, divê ew bên reşandin.”

‘Hingiv derman e’

Nezîr bal kişand ser girîngiya hingiv û wiha axivî: “Debara min ne bi hingiv e, lê ji ber ku hingiv derman e ji bo jiyanê û gelek feydeyê xwe ji civakê re heye, ez mêşan xwedî dikim. Jixwe di vê rewşê de tu feydeyek madî nagihîje me. Ji ber ku berhem tune ye.”

Nezîr destnîşan kir ku ev 3 sal e ev derman tên bikaranîn û mêş berhem nadin. Di herêmê de gelek kes mêşan xwedî dikin, ji ber Zirgan cihekî çandiniyê ye gelek kesên ji derve jî mêşên xwe tînin vê herêmê. Nezîr bang li berpirsyarên çandiniyê kir ku bikaranîna dermanê çandiniyê kontrol bikin û dermanên ji mêşan re bê zirar bên bikaranîn.

 Li gor agahiyên me ji Beşa Ekolojiyê ya Herêma Cizîrê wergirtin, hemû dermanên ji bo çandiniya pembo tên bikaranîn ji bo mêşan zirar e. Lê çareserî ew e ku kesên mêşan xwedî dikin û kesên erdê pembo diçînin divê navê xwe li saziya çandiniyê qeyd bikin. Dema kesên erdê wan ê pembo bixwaze pemboyê xwe derman bike agahî bidin saziya çandiniyê. Dê sazî jî agahî bide xwediyê mêşan. Xwediyê mêşan jî ji bo mêş ji derman bandor nebin divê 24 saetan mêşan bernede. Piştî 24 saetan mêş bên berdan zirar nagihîje mêşan.

ANHA