Li Reqayê jiyan geş dibe

Şaredariya Gel a Reqayê ji bo jinûve avakirina bajêr, ruxsetên avahiyan bê bac dide şêniyan. Heta niha nêzî 34 ruxsetên avakirinê dane û 7 ji wan jî  di pêvajoya nirxandinê de ne.

Li Reqayê jiyan geş dibe
Li Reqayê jiyan geş dibe
Li Reqayê jiyan geş dibe
Li Reqayê jiyan geş dibe
Li Reqayê jiyan geş dibe
9 îlon, 2018   06:19

XALID CUMA / REQA

Bajarê Reqayê ji ber şerên ku lê rû dane, gelekî wêran û talan bû û gelek avahî rûxiyan. Di çarçoveya xebatên jinûveavakirina bajêr de, Şaredariya Gel ruxsetên jinûveavakirina avahiyan bê bac dide şêniyan. Hejmara avahiyên ku şênî li ser hesabê xwe ava dikin gihaşt 34 xaniyan û 7 ruxset jî di pêvajoya nirxandinê de ne.

Her wiha roj bi roj daxwaznameyên şêniyan ji bo girtina ruxsetên avakirinê zêde dibin. Şênî belgeyên pêwîst pêşkêşî şaredariya gel a bajêr dikin. Piştî nirxandinê şaredarî ruxsetê dide da ku şênî li ser hesabê xwe avahiyên ava bikin.

Bajar ji nû ve ava dibe

Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji aliyê QSD'ê ve di Îlona 2017'an de, bajar gelekî wêran bûbû, gelek avahî hilweşîbûn û gelek bermahî di nav kolanan de hebûn. Lê piştî xebatên jinûveavakirinê, kolanên bajêr paqij bûne û tevgera tê de hêsantir bûye.

Hejmara malbatên ku vegerîne gihaşt 180 hezaran. Sûk ji nû ve geş bûye, ji ber wê şênî dibêjin Reqa ji nû ve vedigere.

Xwediyên avahiyan hesinên kevn ji bin avahiyan derdixin û bi rêya alavekî ku afirandine ji nû ve sererast dikin û di avahiyên nû de bi kar tînin.

Têkildarî mijarê hevserokê Buroya Teknîkî ya Şaredariya Gel a Reqayê Mihemed El-Bekrî wiha got: "Ji bo meşandina xebatên jinûveavakirinê em ruxsetan bê bac didin şêniyan. Ji bo tekezkirina belgeyên avahiyan di nav kolanan de digerin."

El-Bekrî behsa astengiyên ku rastî wan tê kir û wiha got: "Ji ber xwediyên pir ên avahiyan, astengiya komkirina hemû xwediyan li pêşberî me derdikeve, ji ber wê û ji bo çareserkirina pirsgirêkê komîteyek ji aliyê Meclisa Sivîl a Reqayê ve hate avakirin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Şaredariya Gel a Reqayê di Adara 2018’an de hate vekirin. Ji wê demê ve xebatên xizmetguzariyê bê navber ji şêniyan re pêşkêş dike.

(şx)

ANHA