Turnuveya fotbolê ya bi navê "Şehîd Hogir Mihemed" dest pê kir

Li Stada ciwanan a navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo, turuveya fotbolê ya bi navê "Şehîd Hogir Mihemed" bi lîstikekê di navbera Tîma Hêzên Asayîşê û Tîma Hêzên Parastina Civakî de dest pê kir.

Turnuveya fotbolê ya bi navê "Şehîd Hogir Mihemed" dest pê kir
Turnuveya fotbolê ya bi navê "Şehîd Hogir Mihemed" dest pê kir
Turnuveya fotbolê ya bi navê "Şehîd Hogir Mihemed" dest pê kir
Turnuveya fotbolê ya bi navê "Şehîd Hogir Mihemed" dest pê kir
8 îlon, 2018   17:20

QAMIŞLO

Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Cizîrê ji bo wefedariya bi nûçegihanê me şehîd Hogir Mihemed yê ku 12'ê Cotmeha 2017'an di dema şopandina pêngava Bagera Cizîrê ji ber êrîşa çeteyên DAIŞ'ê birîndar bibû û piştî 3 rojan şehîd bû, turnuveya fotbolê bi navê wî organîze kir.

Turnuve, taybet ji bo saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatiye organîzekirin.

Turnuve iro li stada Ciwanan a navçeya Amûdê bi listikekê di navbera Tîma Asayîşa û Tîma Hêzên Parastina Civakî dest pê kir.

Bi dehan endamên saziyan û hizkiriyên fotbolê amade bûn.

Listik bi serkeftina Tîma Hêzên Parastina Civakî bi 4 golan li beramberî 3 golan ji Tîma Asayîşê re bi dawî bû.

Bavê şehîd Hogir, Feysel Mihemed sapasiya Desteya Ciwan û Werzîşê kir ku ev turnuve organîze kiriye û li hemû malbatên şehîdan pîroz kir.

Lîstikvanê Tîma Asayîşê Amed Mihemed diyar kir ku şehîd Hogir yek ji lîstivanên fotbolê yê navçeya Amûdê, dilsoziya bi wî re ev turnuve hatiye birêxistinkirin.

Turnuve dê heya 23‘ê Îlonê dewam bike.

ANHA