Serêkaniyê şehîd Sibhî Qasim oxir kir

Endamê Hêzên Erka Xweparastinê Sibhî Qasim Mihemed ku 6’ê îlonê de li ser rêya bajaroka Mebrûka, di encama teqîna mayînekê de şehîd bû, îro bi merasimekî hat oxirkirin.

Serêkaniyê şehîd Sibhî Qasim oxir kir
Serêkaniyê şehîd Sibhî Qasim oxir kir
Serêkaniyê şehîd Sibhî Qasim oxir kir
Serêkaniyê şehîd Sibhî Qasim oxir kir
Serêkaniyê şehîd Sibhî Qasim oxir kir
8 îlon, 2018   16:59

HESEKÊ

Endamê Hêzên Erka Xweparastinê Sibhî Qasim Mihemed ku ji pêkhateyê Ereb e, di 6’ê îlonê de bi hevalê xwe Ehmed El-Îsa li ser rêya bajaroka Mebrûka ya Serêkaniyê di encama teqîna mayînekê de şehîd bû û hevalê wî jî giran birîndar bû. Îro gelê Serêkaniyê bi merasîmekî Sibhî oxir kirin. Piştî ku cenazeyê Sibhî ji aliyê heval, malbata xwe û gelê Serêkaniyê ve ji morga Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê wergirtin bi karwanek wesayîtan heta Goristana Şehîdên Serêkaniyê birin.

Merasim li goristanê pêk hat. Piştî rêzgirtinê axiftin hatin kirin. Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Endam Îsmaîl Ferhan axivî û bi xêrhatina gelê Serêkaniyê kir. Îsmalîl diyar kir ku ew bejna xwe li hember hemû şehîdan bi taybet Şehîd Sibhî ditewînin û wiha got: “Carek din li Sêrkaniyê xwîna şervanek Ereb tevlî xwîna birayê xwe yê Kurd bû. Ji ber ku ji tevahî îspat bikin ku gelê Rojava û Bakûrê Sûriye yê bi yek rih û bi yek can li axa xwe xwedî derdikevin. Em dîsa bejna xwe li ber şedîd Sibhî ditewînin û dibêjin şehîd namirin.”

Li ser navê  Hêzên Erka Xweparastinê Harûn Serêkaniyê axivî û da zanîn ku şehîd Sibhî canê xwe ji bo gelê xwe daye û wiha pêde çû: “Ji bo azadiya gelê xwe, ji bo jiyanek aram a gelê herêmê û ji bo demokrasiyê çi ket ser milê wî kir. Ew rêhevalê çeka me ye. Em ji esman daketin erdê û me dijminê mirovahiyê xist bin erdê.

Li ser navê malbata Şehîd Sibhî, Apê Şehîd Ebdullah Bedran jî bi xêrhatina gelê ku li merasîmê hezir b bû û anî ziman ku şehîd sembola herî pîroz e. Ebdullah got ku şehîd ji bo azadiya gelê xwe şer dikin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber ku şehîd ewqas pîroz e navê wî di gelek ayetên Quranê de derbas dibin. Şehîd namirin, şehîd namirin.”       

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Hevalên Şehîd Sibhî ew li ser milên xwe gihatin gora wî û ew spartin axê.

(bm)

ANHA