Hêzên dagirker li Efrînê du sivîlên din revandin

Hêzên dagirker li Efrînê du sivîl revandin, piştî ku ew êşkencekirin ew bi cihekî ne diyar ve birin.

Hêzên dagirker li Efrînê du sivîlên din revandin
8 îlon, 2018   15:28

EFRÎN

Çavkaniyek ji Efrînê ji ajansa me re ragihand ku artêşa Tirk a dagiker û çeteyên girêdayî wê yên bi navê El-Cebha El-Şamiya danê vê sibê du welatî ji taxa El-Eşrefiyê ya navnda bajaraê Efrînê revandin.

Çavkaniyan gotin, ew kes bi armanca ku fidiyê bidin çeteyan hatine revandin.

Heman çavkaniyan diyar kirin ku her du welatî rastî êşkenceyên hovane hatine.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêjdayî wê li Efrînê binpêkirinên xwe yên rojane ji kuştin, talankirin û revandin li hemberî sivîlan didomînin. Rojane bi dehan sivîl têne revandin û ber bi girtîgehên Ezez, Raî, anî jî girtîgeha li ser riya Racoyê, Marasta, Miheta ya li gundê Meydan Ekbis a herêma Racoyê têne birin û li vir rastî her cure êşkence têne kirin.

(şx)

ANHA