Çalakiyên roja duyemîn a Mihrîcana Zarokan a Kantona Hesekê bi dawî bû

Di roja duyemîn a 4‘emîn Mîrhrecana Zarokan a Kantona Hesekê de ku li navenda Çand û Hunerê ya Waşûkanî ya navçeya Serêkaniyê tê li darxistin, gelek kom ên ji deverên cuda yên kantona Hesekê hunerên xwe pêşkêş kirin.

Çalakiyên roja duyemîn a Mihrîcana Zarokan a Kantona Hesekê bi dawî bû
Çalakiyên roja duyemîn a Mihrîcana Zarokan a Kantona Hesekê bi dawî bû
Çalakiyên roja duyemîn a Mihrîcana Zarokan a Kantona Hesekê bi dawî bû
8 îlon, 2018   15:07

HESEKÊ

Mîhrecan bi dirûşma ``Em xeyalên zarokên Efrînê bi cih bînin`` tê lidarxistin.

Bi beşdarbûna sedan şêniyên kantona Cizîrê, çalakiyên Mihrîcana Zarokan a 4`emîn di roja duyemîn de hatin lidarxistin.

Gelek komên zarokan ên Dirbêsiyê, Til Temir, Hesekê û Serêkaniyê stranên û govandên xwe pêşkeş kirin.

Piştre Koma Şehîd Peyman a bajarê Dirbêsiyê û Koma Kulîlkên Kurdistanê a bajarê Til Temir derketin ser dike û stranên xwe pêşkêş kirin.

Di dawiya çalakiyên roja duyemîn a mîhrecanê de Koma Şehîd Avesta a dîlanên xwe li dar xisitn.

ANHA