Şaredariya Tirbespiyê kolanan qîr dike

Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê bi hevkariya şîrketa rêyên giştî Zagrosê dest bi qîrkirina kolanan kir.

Şaredariya Tirbespiyê kolanan qîr dike
Şaredariya Tirbespiyê kolanan qîr dike
Şaredariya Tirbespiyê kolanan qîr dike
Şaredariya Tirbespiyê kolanan qîr dike
8 îlon, 2018   11:21

QAMIŞLO

Di çarçoveya xebatên Şaredariya Gel a Tirbespiyê yên qîrkirina rê û kolanan de, îro şaredariyê bi hevkariya şîrketa Zagros dest bi qîrkirina rê û kolanên sereke yên navenda navçeyê kir. Rayedarên şaredariyê diyar kir ku dê wekî qonaxa destpêkê 8 kolanên sereke yên navenda navçeyê di van deh rojan de qîr bikin.

Welatiyê navçeya Tirbestpiyê yê bi navê Mihemed Seîd Dişlo girêdayî mijarê diyar kir ku ew wek ajokarên navçeyê ji ber têkçûna kolanên navçeyê rastî gelek astengiyan tên û bi van xebatên şaredariyê yên qîrkirina kolanan kêfxweşiya xwe anî ziman û spasiya rayedaran kir.

ANHA