Gerîlayan li artêşa dagirker da, 18 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên hêzên wan yên li Colemêrg û Sêrtê de 18 leşkerên artêşa Tirk ên dagirker hatine kuştin.

Gerîlayan li artêşa dagirker da, 18 leşker hatin kuştin
8 îlon, 2018   11:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG’ê ragihand ku li Colemêrgê wesayîta leşkerî hatiye rûxandin û 15 leşker hatine kuştin.

HPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî par ve kir;

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker rêze çalakî lidarxistin. Agahiyên berfireh ên têkildarî çalakiyan wiha ne;

Roja 6’ê Îlonê seat 17:40’an hêzên me li dijî leşkerên dijmin ên li girê Elîşêr yê navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyekî sekvanî li dar xistin. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

Roja 7’ê Îlonê seat 00:10’an de hêzên me li herêma Xezalkê ya di navbera navçeya Çelê û  Colemêrgê de konvoyekî leşkerî ya ji gelek wesayîtên zirxî pêk dihat xistin bin kontrola xwe û çalakiya sabotajê li dijî wê li dar xistin. Wesayîta kirpî ya ku bûyî hedef bi temamî hate rûxandin û qasî hate tespîtkirin 15 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC a dagirker rêya Çelê û Colemêrgê ji trafîkê re girt û bi ambûlansan kuştî û birîndarên xwe rakir. 

Roja 7’ê Îlonê seat 14:20’an hêzên me li girê Lêlikan yê herêma Bradost a navçeya Sîdekan ya Başûrê Kurdistanê li dijî leşkerên dagirker çalakiyek li dar xistin. Bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin, kuştî û birîndarên hêzên dagirker nehate tespîtkirin.

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de roja 5’ê Îlonê seat 08:10’an li girê Şehîd Canxûrt yê herêma Herekol a Sêrtê li dijî leşkerên bicih bûbûn çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

Roja 7’ê Îlonê seat di navbera 15:00’an û 16:30’an de balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li geliyê Şûşanê yê herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medya û heman rojê di navbera seat 20:00 û 21:00’an de herêma Şehîd Serdar a herêma Avaşînê barandin.”