Ava vexwarinê li şêniyên Deşîşa hate belavkirin

Şaredariya Gel a Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê av li welatiyan bajarokê Deşîşa belav kir.

Ava vexwarinê li şêniyên Deşîşa hate belavkirin
Ava vexwarinê li şêniyên Deşîşa hate belavkirin
8 îlon, 2018   11:33

HESEKÊ

Piştî ku Rêveberiya Xweser alîkariyên mirovî li gundên rizgarkirî belav kir, welatiyên Deşîşa bang li şaredariyê kir ku ava vexwarinê ji wan re bîne, ji ber ku ava bîra wan nayê vexwarin.

Bajarokê Deşîşa 50 km dûrî navçeya Şedadê ye û rêya bajarok xerab bûye. Ji bo ku av bigihîje welatiyan, şaredariyê av ji bajarok re şand.

Serokê Şaredariya Gel a Şedadê Mihemed Salih da zanîn ku xizmeta welatiyên Deşîşa berpirsyariya wan û Rêveberiya Xweser e ji bo wê divê bi erka xwe rabin.

Tevî kêmbûna derfetan şaredariyê ava vexwarinê bê pere li şêniyên Deşîşa belav kir.

(jo)

ANHA