Daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn  der barê bûyerên li Qamişlo

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) a Qamişlo girêdayî şerê li bajarê Qamişlo yên di navbera hêzên wan û leşkerên rêjîma Sûriyeyê de daxuyaniyek da û têde diyar kir ku di encama şer  de 11 leşkerên rêjîmê hatine kuştin.

Daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn  der barê bûyerên li Qamişlo
Daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn  der barê bûyerên li Qamişlo
Daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn  der barê bûyerên li Qamişlo
Daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn  der barê bûyerên li Qamişlo
Daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn  der barê bûyerên li Qamişlo
Daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn  der barê bûyerên li Qamişlo
8 îlon, 2018   09:28

NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya fermandariyê wiha ye:

"Dewriyeke girêdayî hêzên rêjîma Sûriyeyê ku ji sê siwareyan pêk dihat îro derbasî deverên di bin serweriya hêzên me yên bajarê Qamişlo bûn û hejmareke welatiyên sivîl girtin. Dema ku di ber xaleke leşkerî ya hêzên me re derbas bû, leşkerên dewriya rêjîmê gule bi çekên sivik û navîn li endamên hêzên me barandin. Hêzên me bersiva êrîşa wan dan û di encamê de 11 endamên rêjîmê hatin kuştin û du kesên din biîrndar bûn. Di şer de her wiha 7 endamên me şehîd bûn û endamekî me yê din jî birîndar bû.

Em weke hêzên Ewlehiya Hundirîn a Qamişlo soz didin şehîd û gelê xwe ku em ê destkeftiyên şoreş û gelê xwe biparêzin û em soz didin ku li hemberî hemû êrîşên ji kîjan alî ve be ku destkeftiyên gelê me hedef digirin an hewl didin tevliheviyê derbixînin û aramiya welatiyan têk bibin, li ber xwe bidin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) a Qamişlo".