Dayikên Şemiyê... Li dijî dîktatoriya Tirkiyeyê têkoşîneke 23 salî

Dayikên Şemiyê, ew in ku Dayikên yek êşê dikişînin ku zarokên wan ji aliyê desthilatdarên Tirkiyeyê ve di salên 70'yî û 80'yî yên sedsala borî de hatine windakirin û girtin. Evan Dayik ji 23 salan ve di hemû rojên şemiyan de li qada Galatasaray a bajarê Stenbolê kom dibin û banga aşkerakirina çarenûsa zarok û xizmên xwe dikin û banga darizandina sûcdaran dikin.

Dayikên Şemiyê... Li dijî dîktatoriya Tirkiyeyê têkoşîneke 23 salî
8 îlon, 2018   09:27

MEDYA HENAN / NAVENDA NÛÇEYAN

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê heftane xizmên kesên bi darê zorê hatine windakirin, xwepêşandanekê li dar dixin û banga wergirtina agahiyan der barê wan de dikin. Ev çalakî derbasî hefteya xwe ya 701’an bûye û tê de dayikên kesên hatine windakirin û girtin li qada Galatasaray a bajarê Stenbolê kom dibin, lê desthilatdarên Tirkiyeyê tundiyê li dayikan dikin û çarenûsa zarok û xizmên wan aşkera nakin.

Dayikên Şemiyê çalakiyên xwe di sala 1995'an de dest pê kirin û hê jî çalakiya xwe didomînin. Dayik heftane roja şemiyê dadikevin kolanan û wêneyên zarok û xizmên xwe yên hatine windakirin radikin û banga aşkerakirina çarenûsa wan û cezakirina sûcdaran dikin.

Dayikên Şemiyê birêxistinkirina çalakiyên xwe ji tevgera Dayikên Qada Gulanê a li Arjantînê wergirt. Di sala 1976'an de generalekî Arjantînê Jorge Rafael Videla derbeyeke leşkerî pêk anî û di 3 mehan de bi hezaran welatî hatin windakirin û çarenûsa wan nehate zanîn.

Di rojeke pêncşemê de komeke dayikan derket û li zarokên xwe yên hatine windakirin, geriyan. Dayik ber bi koçka serokatiyê ya Qada Gulanê ya paytexta Arjantînê Buenos Airesê ve çûn. Dayikan li Qada Gulanê desmaleke spî dida serê xwe û navê zarokên xwe yên hatine windakirin li ser desmalê nivîsandin. Dayikan heftane çalakiya xwe bêyî ku tu dirûşman biavêjin, li dar dixistin.

Çalakiya Dayikên Qada Gulanê ya Arjantînê cuda bû ku dayikan nedizanî ev çalakiya wan dê çi qasî dom bike. Di encamê de rêzexwepêşandan hatin lidarxistin û bi dehan salan dirêj kir.

Dayikên Şemiyê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî bi heman rengî çalakiya xwe li qada Galatasaray a bajarê Stenbolê li dar dixin û banga aşkerakirina çarenûsa zarokên xwe yên hatine windakirin û cezakirina sûcdaran dikin.

701 hefte tevî tundiyê û gefxwarinên girtinê pêk hatin

Çalakiya Dayikên Şemiyê li Tirkiyeyê di hefteya 701'an de tevî hemû siyasetên tundî yên rêjîmên Tirkiyeyê yên li pey hev û bi taybet AKP'ê û MHP'ê berdewam dikin. Tevî hemû hewldanên astengkirina çalakiyan û qedexekirina wan lê dayikan heftane rojên şemiyê berê xwe didin qada Galatasaray a bajarê Stenbolê û tu carî rewşên hewayê li ber çavan nedigirtin.

Tişta ku hevgirtina dayikan zêde dike ew e ku daxwazên pêşxistina hişmendiyê li hemberî tundiya hikumeta Tirkiyeyê û vekirina sicîlên ku sûcên kuştinê û windakirinê qeyd dikin. Her wiha guhertinên di qanûna cezayên Tirkiyeyê ya betalkirina qanûna kevnbûna sûcdariyan û îmzekirina hevpeymana navnetewî ya parastina hemû kesan ji windakirina bi darê zorê.

Di sala 1999'an de piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate girtin, desthilata Tirkiyeyê çalakiya Dayikên Şemiyê jî qedexe kir û ev qedexe heta sala 2009'an dom kir.

Desthilatdarî tundiyê li dayikan dikin

Heftane rojên şemiyê Dayik berê xwe didin qada Galatasaray a bajarê Stenbolê û hêzên ewlehiyê yên Tiriyeyê jî hebûna xwe li qadê zêde dikin. Di 25'ê Tebaxa borî de asayîşa Tirkiyeyê êrîşî Dayikên Şemiyê kir û guleyên lastîk û ava genî û bombeyên gazê bi kar anîn.

Di dîmenan de aşkera dibe ku hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bi tundî dayikên temenmezin dixuşînin, nemaze wekî di dîmena dayika bi navê Emîne Ocak a 82 salî , diyar dibe. Di çarçoveya desthilatdariya AKP'ê de çalakiyên windakirina bi darê zorê zêde dibin, bêyî ku desthilatdarî çarenûsa van kesên hatine revandin û windakirin aşkera bike. AKP'ê her wiha gelek siyasetmedar û rikberên siyasetên Receb Tayîp Erdogan digire.

ANHA