Rejîma Îranê li Hewlêrê li navendên HDK û PDK-Î da

Balafirên biçûk ên bêmirov û topavêjên Îranê li navçeya Koyê ya Hewlêrê li navenda partiya Hizbî Demokratîk Kurdistan (HDK) û li ya Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê (PDK-Î) da.

Rejîma Îranê li Hewlêrê li navendên HDK û PDK-Î da
8 îlon, 2018   09:57

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyan artêşa Îranê vê şemiyê bi fuzeyên katyûşa û balafirên biçûk ên bêmirov li navenda partiyên Hizbî Demokratîk Kurdistan (HDK) û li ya Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê (PDK-Î) da.

Hate diyarkirin ku êrîş beriya nîvro hatiye kirin û hê jî didome. Rayedarên tendirustiyê yên herêmê ragihandin ku herî kêm 5 kes mirine û 30 kes jî birîndar bûne. Hate diyarkirin ku rewşa hin birîndaran giran e.

Dema ku li HDK’ê civîn hebûye, êrîş hatiye kirin û tê diyarkirin ku hejmara mirî û birîndaran dibe ku zêde bibe.

Piştî êrîşên dewleta Tirk ên li herêmê Îranê jî êrîş kir. Ev êrîş piştî civîna Rûsya, Îran û Tirkiyeyê ya li Tehranê ya duh pêk hat.