Ji ber nebeşdarbûna Hosiyan danûstandinên Cinêvê têk çûn

Danûstandinên aştiyê der barê Yemenê de ku li Cinêvê tên li darxistin ji ber nebeşdarbûna şandeya Hosiyan têk çûn.

Ji ber nebeşdarbûna Hosiyan danûstandinên Cinêvê têk çûn
8 îlon, 2018   09:18

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Reuter's li ser navê çavkaniyên dîplomasî ragihand ku hatina şandeya Hosiyan a Cinêvê êdî nayê gumankirin. Endamekî şandeya hikûmeta Yemenê jî ragihand ku nûnerên hikûmetê dê îro ji Cinêvê derbikevin.

Tê payîn ku şandeyê navnetewî yê taybet ji bo Yemenê Martin Griffith civîneke çapemeniyê lidar bixîne û têde têkçûna toreya yekemîn a danûstandên aştiyê di navbera herdu aliyên Yemenê de ragihîne.

Griffith ev sê roj in danûstandinê bi aliyê Yemenê re dike û nûnerên koma Ensarullah El-Hosî ji ber derengmayîna firîna balefira wan ji Senhayê beşdar nebûn.