Bi helbest û stranan hêviya vegera li Efrînê

Welatiyê Efrînê yê li kampa Berxwedan a kantona Şehbayê bi rihê xwe yê welatparêzî û behreya xwe ya çandî stran û awazên serkeftinê diafirîne. Di stranên xwe de banga vegerê dike û bi awazê xwe jî rihê coş û serkeftinê ava dike.

Bi helbest û stranan hêviya vegera li Efrînê
Bi helbest û stranan hêviya vegera li Efrînê
Bi helbest û stranan hêviya vegera li Efrînê
Bi helbest û stranan hêviya vegera li Efrînê
7 îlon, 2018   10:28

CAFER CAFO – FÎDAN ABDULLAH / ŞEHBA

Welatiyê bi navê Ferhad Elûş (47). Ji şêniyên gundê Qurnê yê girêdayî navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê ye. li gundê xwe çavên li dunyayê vekir û li wê derê mezin bû û heta asta navîn xwend. Lê ji ber ku dibistan û alavên çûn û hatina li herêmê tune bûn nikaribî ku xwendina xwe berdewam bike.

Di wê demê de Elûş pirsa gelo çima gelê Kurd bi zimanê xwe perwerde nabe ji xwe dikir. Li ser vî esasî biryar da ku fêrî zimanê kurdî bibe. Piştî kedeke mezin fêrî nivîsandin û xwendina zimanê kurdî bû.

Ferhad Elûş ji destpêkirina çirûska şoreşa Rojava, vekirina dibistanan û fêrkirina bi zimanê kurdî li kantona Efrînê roleke mezin di perwerdekirina şênî û zarokan de lîst.

Ji aliyekî din ve jî tev xebatên çand û hunerê bû. Ferhad ji zarokatiya xwe ve ji huner û stranan hez dike. Elûş dibêje ew ji bavê xwe yê ku di rojên zivistanê de ji wan re stranên kurdî digot, fêrî stranan bû. Her wiha li navenda çand û huner fêrî tembûrê bû û xwe pêş xist heta ku giha asta ku di roja îro de awazên stranên xwe yên şoreşgerî, çêbike.

Ferhad bi dengê bavê xwe yê zelal bandor bû. Li kêleka helbestên xwe yên bi zimanê kurdî fêrî stranan bû û her tim bavê wî ji bo pêşketinê moral dida wî.

Piraniya stran û helbestên ku Ferhad çêdike li ser hezkirina welat û girêdana bi axê ve ne. Roj bi roj Ferhad mezin bû û rihê wî yê welatparêzî û xwesteka wî ya pêşxistina behreya wî ya çand û zimanê kurdî jî pêre mezin bûn.

Bi pêşketina kesayeta wî ya çandî û hunerî Ferhad gelek stran, helbestên biçûk çêkir. Dema ku şêniyên Efrînê ji ber êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man ku ji malên xwe derkevin û xwe li kantona Şehbayê bi cih bikin, Ferhad tevî malbata xwe li kampa Berxwedan bi cih bûn.

Êş û zehmetiya koçberiyê li pêşiya nivîsandina wî ne bû asteng. Ferhad di kampê de û di bin germahiya tava havînê de 5 stranên şoreşgerî û awazên wan bi saza xwe çêkir. Stranên wî li ser Berxwedana Serdemê û êşa şêniyên Efrînê ne. Her wiha Ferhad hewil dide helbestên din jî binivîse.

Di stranên wî têgehên bi bandor li ser êşa, zehmetiyên şêniyên Efrînê û ku wî bi xwe ev yek jiyan kir, hene. Tişta ku bala mirov dikşîne di her 5 stranên wî de serkeftin û vegera şêniyên Efrînê li war, axa xwe û rizgarkirina Efrînê ji artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê tekez dike û bi awazên xwe coşê û serketinê diafirîne.

Ferhad Elûş tekez dike ku ew ê nivîsandin û pêşxistina xwe di aliyê çand û huner de berdewam bike. Ferhad bi hêvî ye ku aliyên peywendîdar alîkariya wî bikin da ku bikaribe stranên xwe bike kilîp.

(bx)

ANHA