Ji YPG`ê çalakî: 2 çeteyên Sultan Mûrad hatin kuştin

 Navenda Ragihand û Çapemenî  ya YPG`ê der barî çalakiya şervanên YPG`ê li navçeya Şera ya kantona Efrînê daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe ya fermî weşand.

Ji YPG`ê çalakî: 2 çeteyên Sultan Mûrad hatin kuştin
7 îlon, 2018   10:16

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê der barî çalakiya şervanên YPG`ê li navçeya Şera ya girêdayî kantona Efrînê daxuyaniyek nîviskî li ser malpera xwe ya fermaî weşand û diyar kir ku di enacma çalakiyê de 2 çeteyên koma Sultan Murad hatin kuştin.

Daxuyanî wiha ye:

"Di çarçoveya pêngava duyemîn ya Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên me li dijî çeteyên koma bi navê Sultan Murad çalakiyek bi bandor li navçeya Şera li dar xistin.

Di dîroka 6`ê Îlonê de hêzên me li ser rêka di navbera gundê Dêr Sewan û Şêxurzê yên girêdayî navçeya Şera kemînek ji du çeteyên koma bi navê Sultan Murad danîn û çalakî li dar xistin. Di encama çalakiyê de herdû çete hatin kuştin û 2 çekên AK-47 hatin desteser kirin.ʺ