Hewldanên ji bo geşkirina berhemên masiyan

Ji ber dagirkirina DAIŞ'ê ji bajarê Reqayê re, berhemên masiyan gelek paşde çû. Komîteya Berhemên Masiyan a Reqayê bi armanca jinûve geşkirina berhemên masiyan ruxmî kêm derfetan dixebite.

Hewldanên ji bo geşkirina berhemên masiyan
Hewldanên ji bo geşkirina berhemên masiyan
Hewldanên ji bo geşkirina berhemên masiyan
Hewldanên ji bo geşkirina berhemên masiyan
7 îlon, 2018   10:36

EMÎNE EL-ELÎ/REQA

Ji ber dagirkeriya DAIŞ'ê ji bajarê Reqayê û binpêkirinên wan der heqê şênî û bi taybet nêçîrvanan masiyan de, beşa berhemên masiyan li bajarê Reqayê gelek paşde çû.

Her wiha Tirkiye mîna DAIŞ'ê azar û zehmetiyên nêçîrvanên masiyan zêde kir. ji ber girtina avê gelek cureyên masiyan mirin. Ji ber wê û ji ber ne birêxistinkirina nêçîriyê, gelek nêçîrvan şêwazên qedexekirî bi kar anîn(kehrebe û dînamît) û ew jî bo sedema tunebûna hin cureyên masiyan û beşa berhamên masiyan a bajêr paşde xist.

Lê piştî rizgarkirina bajarê Reqayê di 20'ê Cotmehê de hinek xwediyên masiyan di nav gelek zehmetiyên peydakirina êmê masiyan ê ku buh bûye û li bajêr pir peyda nabe, vegerîn.

Têkildarî mijarê Endamê Komîteya Berhemên Masiyan Mehmûd Hemzewî got:"Di encama tevliheviyê de, em ê komîteya polîsên beravan ava bikin. Ev komîte dê nêçîrvanên masiyan li ser girîngiya berhemên masiyan zane bike û ruxsetên xwedîkirina masiyan bidin." 

Ji aliyê xwe ve nêçîrvanê bi navê Taha El-Ehmed ê ji Dêrazorê got:"Em di firotina masiyan de ji ber tunebûna alavên sarkirinê astengiyan dikşînin û ew jî rê li ber keysbaziyê vedike, ji ber wê  û ji bo  rê li ber nêçîriya bê serûber  bê girtin, em bang li aliyên têkildar dikin ku polîsên beravan erkdar bikin."

(şx)

ANHA