Şaredariya Gel a Tebqayê riyên bajêr sererast dike

Şaredariya Gel a Tebqayê û bi hevkariya  Şirket El-Şemal, xebatên destpêkê yên sererastkirina riyan di çarçoveya projeya qîrkirina riyên ku zirar dîtine, destpê kir.

Şaredariya Gel a Tebqayê riyên bajêr sererast dike
Şaredariya Gel a Tebqayê riyên bajêr sererast dike
Şaredariya Gel a Tebqayê riyên bajêr sererast dike
Şaredariya Gel a Tebqayê riyên bajêr sererast dike
Şaredariya Gel a Tebqayê riyên bajêr sererast dike
7 îlon, 2018   08:49

ESMEHAN UMER-UDEYÎ EL-EHMED/TEBQA

Di çarçoveya projeya qîrkirina riyên bajarê Tebqayê Şaredariya Gel a bajêr û bi hevkariya Şirket El-Şemal dest bi xebatên sererastkirina riyên sereke û yên şaxî kir.

Di encama şerên rizgarkirina bajarê Tebqayê ji çeteên DAIŞ'ê, riyên bajêr gelek zirar dîtine û telef bûne. Ev jî barê şaredariyê zêde kir.

Şaredariyê û piştî wergirtina alavên pêwîst ji Şirket El-Şemal, dest bi xebatên destpêkê yên sererastkirinê kir.

Werşeya kar weke gava destpêkê, qîra kevn li ser riyên zirar dîtine ji çerxeriya Al a rojavayê bajêr û ta çarxeriya Dêr li navenda bajêr û kolanên Filistîn, Fayiz Mensûr, El-Erîd li navenda Sûka Navendî û hemû kolanên ku gelek zirar dîtine, rakir û rê paqij kir.

Li gorî hevserokê Şaredariya Gel a Tebqayê Abdullwehab Silêman, şaredarî peymanek bi dirêjehiya 3 mehan ji 1'ê Îlonê destpê dike û ta 1'ê Kanûnê bi Şirket El-Şemal re mohr kir. li gorî peymanê riyên ku zêde xirab bûne dê werin sererastkirin û piştre dê werin qîrkirin.

Girêdayî sedemên paşdexistina xebatên qîrkirinê Abdullwehab wiha got: "Heta niha me xebatên sererastkirina toreyên kanalîzasyonê bi dawî nekirine. Ev jî xebatên şaredariyê ji bo qîrkirina riyan asteng dike." Her wiha Abdullwehab tekez kir ku piştî bi dawîbûna xebatên sererastkirina toreyên kanalîzasyonê dê dest bi projeya qîrkirinê bikin.

Li gorî hevserokê Şerdariya Gel a bajarê Tebqayê Ebdulwehab Silêman, tê payîn ku şaredariyên gel ên El-Cirniyê û El-Mensûra mîna şaredariya bajêr peymanên bi Şirket El-Şemal re ji bo sererastkirina riyan mohr bikin.

(şx)

ANHA