Ji bo çarenûsa Îdlibê Rûsya, Tirkiyê û Îran li hev dicivin        

Ji bo çarenûsa parêzgeha Îdlibê wê Serokên Rûsya, Îran û Tirkiyê li Tehranê li hev bicivin, her wiha Meclisa Ewlekarî ya Navneteweyî jî ji bo Îdlibê îro civînekê li dar dixe.

Ji bo çarenûsa Îdlibê Rûsya, Tirkiyê û Îran li hev dicivin        
7 îlon, 2018   08:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokên Îranê Hesen Rohanî, Rûsya Vladimir Putin û yê Tirkiyê Erdogan wê îro piştî seatên nîvro li Tehranê li hev bicivin, herwiha Dewletên Yekbûyî jî  bang li Meclisa Ewlekarî ya Navnetewî kir ku civînek ji bo rewşa Sûriyê lidar bixin.

Wê civîn li ser rewşa Sûriyê û taybet parêzgeha Îdlibê be. Tirkiyê, Rûsya û Îran hevkarin di Sûriyê de, ji bo berjewendiyên xwe di Sûriyê de li hev kom dibin.

Ev  demeke hêzên rêjîmê ji bo kontrolkirina parêzgeha Îdlibê ku çeteyên girêdayî Tirkiyê di nav de Heyet Tehrîr El-Şam têde ne, xwe amade dike. Tirkiyê dixweze çareseriyekê ji Heyet Tehrîr El-Şam re (Cubhet El-Nusra) ku 7 salin alikariya wê dike, bibîne. Herî dawî, dewleta tirk neçar man ku Heyet Tehrîr El-Şam têxe lîsteya terorê.     

Gelek çavdêr dibêjin guhartina nêrîna Tirkiyê ji bo Cubhet El-Nusra di vê demê de û xistina wê di nava lîsteya terorê de, ew e ku têkiliya xwe bi El-Qaîde re veşêre.

Dewletên Yekbûyî û Amarîka ditirsin ku karîsteke mirovî li Îdlibê pêk were eger tu êrîş li ser werin.  Şeva derbasbûyî Fransa hêzên rêjîma Sûriyê tehdîd kir, ku eger çekên kîmyawî bikar bîne, ew ê bargehên rejîma Sûriyê bike hedefa xwe.

(jo)