Dagikeran 3 welatî ji gundê Mosaka revandin

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê 3 welatî ji gundê Mosaka yê girêdayî herêma Raco revandin û bi armanca ku pereyan ji malbatên wan bistînin bi awayekî hovane ew êşkence kirin.

Dagikeran 3 welatî ji gundê Mosaka revandin
7 îlon, 2018   08:54

EFRÎN

Li gorî çavkanyekî ji ajansa me ANHA`yê re ragihandî, artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê duh 3 welatî ji gundê Mosaka yên ku li navenda kantonê dijîn revandin. Li gorî çavkanî navê welatiyan wiha ne: Xalid Mihemd Hesen (26), Zekeriya Sebrî Emarî (25) û Esad Sebrî Emarî (22) herdû jî bira ne. çavkaniyan destnîşan kirin ku her sê welatî bi awayekî hovane ji aliyê dagikeran ve hatin êşkecekirin. 

Çavkanî tekez kir ku dagikeran her sê welatî ber bi cihekî ne diyar ve birin û dagikeran li bermberî berdana wan milyonek lîreyên Sûrî ji malbatên wekî fida xwestin.

Hêjaye bi bîr xistinê ye ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê roja Çarşemê girtin ser malên welatiyan li gundê Coqê, li jinan dan û ciwan û mêrên gund revandin.

Her wiha dagirkeran duh 3 welatî ji gundê Afraze yê girêdayî navçeya Mabata revandin û ber cihekî ne diyar ve birin.

(bx)

ANHA