Têkoşer Arif Silêman; pêşengê berxwedana Helebê

Têkoşer Arif Silêman bi nasnav Hawar, cara ewilî Yekîneyan Parastina Gel li taxên bajarê Helebê bi rê ve birin. Parastina welatiyan wekî rêgeza bingehîn ji xwe re girt û li hemberî êrîşên cuda yên li dijî taxên Kurdan ên bajarê Helebê li ber xwe da û piştî berxwedaneke leheng li hemberî çeteyên girêdayî Artêşa Azad gihaşt asta şehadetê.

7 îlon, 2018   04:20

ŞÎNDA EKREM / EFRÎN

Têkoşer Arif Silêman (Hawar) li gundê Aşka yê girêdayî navçeya Cindirêsê yê herêma Efrînê ji dayik bûye.

Hawar di nava malbateke welatparêz de ku ji 11 endaman pêk tê, mezin dibe. Têkoşer Hawar kurê şeşemîn di nava xwişk û birayên xwe de bû.

Têkoşer Hawar dibistana xwe ya seretayî serkeftî bi dawî dike, lê ji ber rewşa xizantiya malbatê neçar dimîne li rex malbata xwe koçberî Lubnanê bibe û piştî demekê careke din vedigerin bajarê Helebê û li vir ji 13 saliya xwe ve dest bi kar û xebatên alîkariya malbatê dike.

Dayika têkoşer Hawar, Nûriyê der barê kesayeta kurê xwe de got ku her tim ji wê re dilsoz bû û gelekî zîrek bû û rêbertiya birayên xwe dikir. Xwişk û birayên têkoşer Hawar, Ferhad û Berfîn diyar kir ku ew ji wan re wekî heval, bav û bira bû û wiha got: "Şehîd Hawar hemû kar û barên malbatê bi rê ve dibirin û me hemûyan şêwira wî werdigirt."

Xwişka têkoşer Hawar a bi navê Newroz jî der barê kesayeta wî de wiha anî ziman: "Şêwaz û rêbaza danûstandina wî bi hemû malbatê û derdora xwe re gelekî cîwaz bû û diyar dibû ku pêşeroja wî ronî ye."

Bavê têkoşer Hawar, Izet Silêman got ku ew di dibistana xwe de gelekî serkeftî bû û ji bo fêrî nivîsandina zimanê xwe yê zikmakî bibe gelekî bi coş bû.

Hevrêyê têkoşer Hawar, Ardal diyar kir ku di sala 2004'an de şehîd Hawar bi awayekî çalak cihê xwe di serhildana li dijî rêjîma Baasê de girt û di serhildanê de ciwan birêxistin dikirin û wiha got: "Şehîd Hawar bi taybet gelek caran danûstandin bi ciwanên Ereb re dikir û ji wan dixwest ku bi rêjîma Baasê neyên xapandin, ji ber ku dijberiya rêjîma Baasê ne tenê li dijî gelê Kurd e, lê belê li dijî jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de ye."

Şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ê bi navê Ceng diyar kir ku di destpêka xebatên avakirina hêzên parastinê de têkoşer Hawar bi dildarî beşdarî nava van xebatan bû.

Şervanê YPG'ê yê bi navê Şoreş diyar kir ku di destpêkê de wan li bajarê Helebê ji bo parastina welatiyên taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd yekîneyeke ji 12 şervanan ava kir û ev yekîne ji aliyê têkoşer Hawar ve hate birêvebirin.

Şoreş da zanîn ku rola têkoşer Hawar di beşdarkirina ciwanan a nava xebatên parastinê de gelekî ber bi çav bû û gelek ciwan perwerde kirin û fêrî bikaranîna çekan kirin.

Dayika têkoşer Hawar, Nûriyê diyar kir ku piştî beşdarî nava YPG'ê bû serdana wê kir û jêre got ku ew ji bo parastina wê û welatiyan beşdarî nava van xebatên parastinê bûye û wiha jêre digot: "kurê min tu zewicî ye û hevjîna te ducanî ye." Têkoşer Hawar jî wiha dibersivîne: "Beşdarbûna min a nava YPG'ê ji bo parastina we ye."

Têkoşer Hawar digot ku ew li ser hevrêyên xwe ne fermandar e, lê belê pêşeng e, ango divê fermandar pêşengtiya hevrêyên xwe bike. Têkoşer Hawar ji hevalên xwe re digot ku eger ew şehîd bû bila hevjîna wî kurê wî bi Qehreman bi nav bike.

Di dawiya meha Cotmeha 2013'an de di navbera Yekîneyên Parastina Gel û çeteyên girêdayî Artêşa Azad de pevçûnên giran rû didin. Têkoşer Hawar bi lehengî berê xwe dide eniyên pêş ên berxwedanê û piştî berxwedaneke leheng êrîşa çeteyan tê şikandin. Di encama êrîşê de hejmareke cenazeyên çeteyan dikevin destên şervanan û çete ji şervanan dixwazin ku cenazeyên xwe werbigirin.

Di navbera şervanan û çeteyan de ji bo radestkirina cenazeyên çeteyan lihevkirinek pêk tê. Di 26'ê Cotmeha 2013'an de dema ku têkoşer Hawar cenazeyên çeteyan radestî çeteyan dike, çete hevpeymana xwe binpê dikin û guleyan li têkoşer Hawar direşînin û di encamê de derdikeve asta şehatetê.

Cenazeyê têkoşer Arif Silêman (Hawar) bi merasîmeke biheybet ji bo Efrînê tê şandin û li wir tê spartin.

ANHA