Li dijî şaneyên DAIŞ`ê li Tebqayê operasyoneke berfireh hate destpêkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Tebqayê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li herêmê operasyoneke berfireh da destpêkirin, di heman demê de qedexekirina tevgera çûyîn û hatinê ji îro de hate destpêkirin.

Li dijî şaneyên DAIŞ`ê li Tebqayê operasyoneke berfireh hate destpêkirin
Li dijî şaneyên DAIŞ`ê li Tebqayê operasyoneke berfireh hate destpêkirin
Li dijî şaneyên DAIŞ`ê li Tebqayê operasyoneke berfireh hate destpêkirin
7 îlon, 2018   05:07

UDEYÎ El-EHMED / TEBQA

Meclisa Zagonsaz a Herêma Tebqayê, pêşniyara Komîteya Hundirîn a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê ya derbarê qedexe derketina derve li bajarê Tebqayê û bejahiya wê ji sibeha îro de(roja Înê) erê kir, da ku operasyoneke berfireh li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li herêmê were destpêkirin.

Têkildarî mijarê, Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Herêma Tebqayê Hamid El-Ferec ji ajansa me re axivî. Hamid El-Ferec da zanîn ku piştî gelek hevdîtina bi rûsipiyên eşîran li herêma Tebqa û şêniyên wê daxwaz ji Rêvberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê kirin ku hemleyek li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li herêma Tebqayê ku ewlekariyê herêmê xerab dike, were destpêkirin.

Li herêma Tebqayê di demên dawî de, şaneyên çeteyên DAIŞ`ê êrîşî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD`ê kirin.

El-Ferec got:ʺPiştî nîqaşa bi Komîteya Hundirîn, komîteyê pêşniyarek derbarê destpêkirina hemleyeke paqijkirina herêma Tebqayê ji şaneyên çeteyên DAIŞ`ê ku bi fermana aliyên derve tevdigerin, were destpêkirin.ʺ

El-Ferec anî ziman ku ew wekî Meclisa Zagonsaz pêşniyara ku Komîteya Hundirîn pêşkêş kiriye erê kirin û wiha pê de çû:ʺDi operasyonê de, wê cih û kesayetên ku beriyê ji aliyê peywendîdar hatine şopandin, wê werin hedefgirtin.ʺ

El-Ferec ev bang li gelê Tebqayê kir:ʺEm ji gel re tekez dikin ku armanca ji vê hemleyê ewlekarî li herêmê baş bibe. Her wiha em ji gel dixwazin ku bi hêzên leşkerî re bibin alîkar û li gorî telîmatan tevbigerin, da ku jiyana wan nekeve metirsiyê.ʺ

Komîteya Hundirîn: Em ê cihên teroran hedef bigrin

Têkildarî heman mijarê, Hevserokê Komîteya Hundirîn a Herêma Tebqayê Mezlûm Umer axivî û ev tişt got:ʺPiştî ku Meclisa Zagonsaz pêşniyara me erê kir, me biryara destpêkirina hemleyekê li dijî noqteyên ku berê ji aliyê aliyên peywendîdar hatine diyarkirin, da.ʺ

Umer destnîşan kir ku qedexe derketina derve ji îro de hatiye destpêkirin û ev agahî dan:ʺPiştî erêkirina pêşniyarê, kordîne di navbera hêzên leşkerî û hêzên ewlekarî de hate pêkanîn û gelek biryar hatin derxistin. Ji wan qedexe ye derketina derve li tevahiya taxên Tebqayê ji 7`ê Îlonê ango îro were destpêkirin. Ji bo bicihanîna pêdiviyên jiyanî, gel wê rojê du saetan derkeve derve. Derketin ji saet 10:00 sibehê destpê dike.ʺ

Derbarê hêzên ku wê beşdarî operasyonê bibin Umer got:ʺHêzên Ewlekarî û QSD`ê wê beşdarî operasyonê bibin û cihê teroran ku ewlekariya herêmê xerab dikin, bikin hedefa xwe.ʺ

Hevserokê Komîteya Hundirîn a Tebqayê bang li hemû gelê Tebqayê kir ku bi hêzên ewlekariyê re bibin alîkar û ger kesekî bi guman an jî komeke bi guman dîtin yekser agahî bidin wan.

(kc)

ANHA