ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07.09.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07.09.2018
7 îlon, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

PORTRA

- Têkoşer Arif Silêman bi nasnav Hawar, cara ewilî Yekîneyan Parastina Gel li taxên bajarê Helebê bi rê ve birin. Parastina welatiyan wekî rêgeza bingehîn ji xwe re girt û li hemberî êrîşên cuda yên li dijî taxên Kurdan ên bajarê Helebê li ber xwe da û piştî berxwedaneke leheng li hemberî çeteyên girêdayî Artêşa Azad gihaşt asta şehadetê.(BI WÊNE).

-Şêxê eşîreya El-Bû Esaf Ubeyde El-Hesan destnîşan kir ku êlên herêmê piştgiriyê didin projeya MSD‘ê ya çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi rengekî siyasî û diyar kir ku dewleta Tirk sedema hemû pirsgirêkên Sûriyeyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Herêma Cirih a girêdayî navçeya Tirbespiyê ji ber polîtîkeyên qirêj ên desthilatdariya Tirkiyê ji deverekî şînkahî bûyê deverekî kavilkirî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Berpirsê Partiya Sûriyeya Pêşerojê yê şaxê Tebqayê Musena Abdulkerîm got partî pêşeng e û dûrî saykolojiya partiya rêber e û destnîşan kir ku ruxmî gelek astengiyan, lê partî li hemû erdîngerî û muzeyîka Sûriyeyê navdar e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen dest nîşan kir ku pirsgirêka Sûriyê li Idlibê de kilît bûye û rewşa Idlib ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyê wê rewşek nû derbixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

-Ev bûne 5 meh in û kantona Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkerin, roj bi roj asta kiryarên der mirovî yên çete û leşkerên dewleta Tirk derheqê sivîlan de zêde dibin. Ne tenê mirov, deverên dîrokî, pîrozgeh, kevin û dar jî para xwe ji vê hovîtiyê girtine. Rewşa rûdanên li Efrînê mirov dikare wekî qirkirinekê bi nav bike.

JIN

-Tehanî El-Selal destnîşan kir ku rêjiya jinên Tebqayê di qada pererdeyê de ji sedî 65 derbas kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Siyasetmendarên Jin ên taxa Şêxmeqsûd bêdengiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û got, "Armanca vê bêdengiyê desthilata xwe biparêzin."

CIWAN

-Ji bo wefedariya bi nûçegihanê me Hogir Feysel Mihemed ên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, turonveyeke fotbolê bi navê wî li stada Ciwanên Şoreşger a Navçeya Amûdê tê organîzekirin. Saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Ferhad Elûş, bi rihê xwe yên welatparêzî stranan serkeftinê li ser Efrînê û vegera li welat dinivîsîne û saz dikeû bi stranên xwe guhdaran diçoşîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAKÎ Û JIYAN

-Penaberê Iraqê Beşîr erebeya xwe ya biçûk ji sûka gelerî ber kampa Holê ve didehfîne, da ku pêwîstiyên malabatan li beramberî miqdareke pere bi cih bîne. Li kampa Holê pîşeya bikaranîna van erebeyan piştî rêwîtiyeke dirêj û pêwîstiyekê hatiye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên herêma El-Keramê bi hevkariya Şaredariya Gel û saziyên xizmetguzarî ji bo herêma xwe ku di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ‘ê de hatibû wêrankirin, ji nû ve ava bikin kolektîv dixebitin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji ber dagirkirina DAIŞ'ê ji bajarê Reqayê re, beşa berhemên masiyan gelek paşde çû. Komîteya Berhemên Masiyan a Reqayê ji bo ji nû ve geşkirina vî beşê dixebite. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şaredariya Gel a Tebqayê bi hevkariya Şirketa Şemal dest bi qîrkirina riyên ziyan dîtine kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Saziya Heyva Sor a Kurd navendeke tenduristiyê li gunekî Şêrawa vekir û 24 saetan di xizmetê de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA