Gelê Kobanê ji bo azadiya Ocalan meşiyan

Li kantona Kobanê bi sedan kes ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Gelê Kobanê ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Gelê Kobanê ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Gelê Kobanê ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Gelê Kobanê ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Gelê Kobanê ji bo azadiya Ocalan meşiyan
5 îlon, 2018   17:31

KOBANÊ

Li ser banga Kongreya Star a navçeya Qenaya ya kantona Kobanê, bi sedan şêniyên kantona Kobanê li ber rawestgeha gundê Hemdaş kom bûn, da ku beşdarî meşa azadiya Ocalan bibin.

Meş ji rawestgeha gund ber bi navenda  navçeya Qenaya yê ve dest pê kir

Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG, YPJ, Kongreya Star û TEV-DEM‘ê hatibûn hildan. Her wiha dirûşmeyên şermezarkirina dewleta Tirk û azadiya Ocalan hatin qîrkirin.

Çalakgeran piştî ku 4 km meşiyan û rawestgeha navçeyê sekinîn.

Li vir deqeyek rêz hat girtin. Paşê Hevseroka Meclisa Qenaya Sûad Şêx Dumer axivî û got, "Rêbertî ne bi tenê ye, gelê Kurdistanê û şopdarên xeta wî pê re. Em wekî jinên Rojava û Bakurê Sûriyeyê em têkoşîma xwe mezin bikin ta Ocalan azad bikin, ji ber ku Ocalan me ji koletiyê azad kir."

Rêvebera Kongreya Star a navçeya Qenaya Cewher Semo jî bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî tecrîdê şermezar kir û bang li jinên Sûriyeyê kir ku ji bo azadiya Ocalan têkoşîna xwe mezin bikin.

Tê payîn ku, sibe pêncşemê li navçeya Sirînê ya Kobanê bi heman armancê  meşek were lidarxistin.

ANHA