Di kevintirîn pirtûkxaneyê de tenê refik û dîwar mane

Pirtûkxaneya Borseîd a li kolana El-Mensûr a li nêzî mûzexaneya Reqayê, yek ji kevintirîn pirtûkxaneyên bajarê Reqayê ye. Di pirtûkxaneyê de bi hezaran pirtûk hebûn, lê piştî dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê hemû pirtûk hatin şewitandin.

Di kevintirîn pirtûkxaneyê de tenê refik û dîwar mane
5 îlon, 2018   08:34

EMÎNE EL-ELÎ / REQA

Di serdema dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de li bajarê Reqayê serdemek reş û tarî di ser welatiyan re derbas bû. Çeteyan bi hemû rêbazan hewl da çanda herêmê tune bikin. Çeteyên DAIŞ'ê bi kuştin, îşkence û destdirêjiyan bes nekir, lê belê hewl dan giştî aliyên bajêr hilweşînin. Çeteyan gelek parçeyên şûnwarên dîrokî yên girêdayî çanda bajêr ku temenê wan bi hezaran salan e, dizîn û di bazarên Tirkiyeyê de firotin.

Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di 20'ê Cotmeha sala borî de bajar rizgar kir, jiyana bajêr hêdî hêdî vegeriya.

Pirtûkxaneya Borseîd bêtirî 50 sal e hatiye vekirin û di nava xwe de pirtûkên dîrok û şaristaniya Reqayê û şerên di ser bajêr re derbas bûne, digirt nava xwe.

Pirtûkxane li kolana El-Mensûr li nêzî mûzexaneya Reqayê ye. Pirtûkxane biçûk e lê bi pirtûkên xwe gelekî dewlemend bû. Niha di pirtûkxaneyê de tenê çend refik û dîwarên şewitî mane.

Pirtûkxaneya Borseîd

Pirtûkxane navê xwe ji bajarekî Misrê dema dagirkeriya sêalî ya li dijî Misrê di sala 1956'an de ji aliyê Brîtanya, Fransa û Îsraîlê ve werdigire. Pirtûkxane di sala 1957'an de hate vekirin û veguherî meqseda hemû nivîskar û rewşenbîrên herêmê.

DAIŞ'ê hemû pirtûk şewitandin

Piştî ku bajarê Reqayê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hate dagirkirin, çeteyan hemû pirtûkên di pirtûkxaneya Borseîd de bi hinceta ku fikra gawirtî digire nava xwe şewitandin.

Ehmed El-Xabûr xwediyê pirtûkxaneya Borseîd diyar kir ku çeteyan hemû pirtûk kom kirin û şewitandin. Di pirtûkxaneyê de niha tenê refik û dîwarên şewitî mane. El-Xabûr got ku wî hin pirtûk di embarekê de veşartibûn û niha Komîteya Çand û Hunerê hewl dide pirtûkxaneyê sererast bike.

ANHA